Şehîdên Rojava, Rojhilat û Bakur nayên tomarkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Başûrê Kurdistanê ji destpêka şerê li dijî DAIŞê de nêzîkî 23 pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê, çend pêşmergeyên Rojhilat û Bakurê Kurdistanê şehîd bûne, lê ew pêşmerge di Wezareta Pêşmerge de nehatine tomarkirin.
Ji ber ku şehîdên Rojava, Rojhilat û Barkurê Kurdistanê nehatine tomarkirin tiştek ji wan re nayê pêşkêşkirin.
Lê di kampanyaya Renca Şehîdan de pêşmergeyên beşên din ên Kurdistanê nehatine jibîrkirin û dê alîkariya wan jî bê kirin.
Malbatên şehîdên Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê dibêjin ya herî girîng ew e ku zarokên wan bi fermî di Wezareta Pêşmerge de bêne tomarkirin, ji ber ku ew ne şehîdê perçeyekî, lê belê şehîdên netewa kurd in.
Gelek çavdêr dibêjin şerê kurdan li dijî DAIŞê şerek sengerî bû, ji ber vê yekê pêşmergeyên Kurdistanê sînor derbas kirin û beşdarî şerê rizgarkirina Kobanî kirin.