HEVSEL - Cotkar di bin siya çekan de hilberînên xwe diçînin
Amed (Rûdaw) - Bexçeyên Hevselê ku bi bircên Amedê re di lîsteya UNESCOyê de cih digrin, ji bo Bakur cihê herî dewlemend a fêkî û sebzeyan e.
Sebze û fêkiyên navdar ên Hevselê her sal ji bo hemû bajarên Bakur dihatin firotin. Lê îsal ji tirsa şer û pevçûnên li Sûrê, bazirgan ji derve nayen Bexçeyên Hevselê û sebze nastînin. Ji ber vê jî firotina sebze û fêkiyan ji sedî 50 kêm bûye.
Ji ber ku ji derve bazirgan nayen, cotkarên Hevselê neçar in ku sebze û fêkiyên xwe biforişin tomarfiroşên Amedê. Vê neçariyê buhaya fêkî û sebzeyan kêm kiriye.
Baxçeyên Hevselê bi hezaran donum erd, bi zêvîyên xwe yên xet bi xet xemla bircen Amedê ne. Lê niha li ser van bircan, alên Tirkiye û timên taybet hatine bi cih kirin.
Cotkar jî di bin siya çekan de hewl didin ku hilberînên xwe biçinin.