PAK: Divê dewlet lêborîna komkujiya Dêrsimê bixwaze
Navenda Nûçeyan – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi boneya 82mîn salvegera komkujiya Dêrsimê ew komkujiya li hemberî kurdan bibîr anî û şermezar kir.
Îor 4ê Gulanê 82yemîn salvegera destpêka komkujiya Dêrsimê ye.
Seyid Riza li dijî siyaseta asîmlasyona ku dewleta Tirkiyê li ser Kurdan dimeşand, di sala 1937an de serhilda.
Dewleta Tirkiyê ji bo serhildana Seyid Riza bişkînê 4ê gulana 1937an li parlamentoya Tirkiyê biryara bi navê “tenkîl û tehcîrê” derxist û bi hêzên artêşa xwe êrîş bir ser Dêrsimê.
Di encama wê êrişê de yek ji komkujiyên herî mezin di dîroka Kurdan de li wir çêbû û di encama komkujiyê de ji 70-90 hezar kesên Kurd jiyana xwe ji dest dan û bi sed hezaran hatin sirgûnkirin û li wê derê cara yekem di dîroka Kurdan de jî çekên kîmyewî hatin bikaranîn.
PAKê bi helkefta salvegera komkujiyê daxuyaniyek da û ragihand: “Ji ber sûcên ku li hember gelê Dêrsimê û Kurdistanê hatiye kiriye tiştê ku dewlet bike ew e lêborîna xwe bixwaze û gavên pêwist ên li gor vê rastiyê bavêje ye. Dewlet dikare bi destnîşankirina cihên gorên serokên tevgera Şêx Seîd û Seyid Riza û yên din dest pê bike.”
Komkujiya Dêrsîmê
Roja 4ê gulanê Parlamentoya Tirkiyê biryara komkujiya Dêrsîmê da.
Biryara komkujiyê bi navê Tenkîl û Tehcîrê bû.
Tirkiyê dibêje nêzîkî 14 hezar Kurdên Dêrsîmê jiyana xwe ji dest dan.
Li gor saziyên Kurdan 70-90 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.
Bi deh hezaran xelkê Dêrsîmê hatin sirgûn kirin.
Di îlona 1938an de çekên kîmyewî yekem car li Dêrsîmê hatin bikaranîn.