Tuk Tuka Hewlêrê dest bi ser de hat girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku kesekî wesayiteke Tuk Tuk anî bajarê Hewlêrê û bi vê wesayitê karê veguhastina welatiyan dest pê kir, lijneyên Qaymeqamiya Hewlêrê bi sedema neyasayîbûnê dest bi ser wê wesayitê de girtin,
Qaymeqamê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd ragihand, ku anîna Tuk Tukê bo Herêma Kurdistanê û nav bajarê Hewlêrê bi awayekê neyasayî bûye û ew rê bi hatin û çûna wê nadin.
Nebez Ebdulhemîd diyar kir, ku wan dest bi ser Tuk Tuk a li Hewlêrê de girtiye û got: “Ev corê motosîkletê rêpêdayî nîne û ti yasayek rê bi karkirina wê nandin, lewma îro me dest bi ser du motorên bi vî coreyî de girt.”
Qaymeqamê Hewlêrê herwiha destnîşan kir: “Ji bilî ku plakên wan nînin, ti yasayek jî bo karkirina wan nîne, lewma em daxwaz ji xelkê dikin pereyê xwe nedin van core motorsîklêtan, çimku em dê dest bi ser de bigirin.”
Tuk Tuk core motorek e, ku li hin welatên asyayê bo veguhastinê tê bikaranîn û dikare du kesan veguhêze. Li Bexda ya paytexta Iraqê jî ew wesayit heye û di dema xwepêşandanan de jî ji bo rakirina birîndaran bo nexweşxaneyan gelek hat bikaranîn, lê li Herêma Kurdistanê heta niha nebûye û wesayita Newzad Zirar, yekemîn Tuk Tuk a li herêmê ye.
Yekem welatê ku Tuk Tuk lê hatiye berhemanîn, Hindistan e û li wî welatî navê wê Rîkşa ye.