Li Sêwazê zîpikê zerer da erdên çandiniyê

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Yanalakê yê parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê, zîpik û barana gur zerereke zêde da erdên çandiniyê.

Di serî de Riha û Semsûr van çend rojên dawî li hinek bajarên Bakurê Kurdistanê zîpikê û barana gur zerereke zêde da erdên çandiniyê.

Li gundê Yanalakê yê Sêwazê jî zîpik û baraneke zêde bariya û çemê gund di ser re avêt.

Di encamê de erdên çandiniyê di bin avê de man û zîpikê jî zerereke zêde gihand erdên çandiniyê.

Mixtarê gund Kazim Demirel got ku zerereke zêde çêbûye û divê çareseriyek ji çemê gund re bê dîtin.

Tîmên Saziya Rêveberiya Herêmê ya Karên Avê ya Dewletê li gund dest bi xebatên tesbîtkirina zereran kir.