Li Rojavayê Kurdistanê ji bo Onder konê sersaxiyê hat danîn
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê ji bo Sirri Sureya Onder konê sersaxiyê hat danîn.
Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ku lê dihat dermankirin piştî 18 rojan doh wefat kir.
Di serî de Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gelek bajaran ji bo Sirri Sureyya Onder şîn tê girtin.
Yek ji wan bajaran jî bajarê Qamişloyê ye ku şîn lê tê girtin.
Li bajarê Qamişloyê ji bo Sirri Sureya Onder konê sersaziyê hat danîn.
Konê sersaxiyê ku bi pêşengiya "Meclisa Malbatên Şehîdan" li hemberî Stadyuma 12ê Adarê hatiye avakirin, ji aliyê Rêveberiya Xweser, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongreya Star, Alimên Olî, xebatkarên çand, huner, sînemayê û gelek welatiyên din ve hat ziyaretkirin
Li ber konê sersaxiyê wêneyê Sirri Sureyya Onder hat daliqandin, di hundirê kon de jî pankartên ku li ser "Şehîdê aştî û demokrasiyê" hatine nivîsîn û wêneyên Onder tê de hene hatine daliqandin.
Di sersaxiyê de, peyama ku Abdullah Ocalan duh ji bo Sirri Sureyya Onder şandiye bi Kurdî û Erebî hat xwendin. Xelkekî zêde konê sersaxiyê ziyaret dike