LI GEL RENC - Geştyariya Herêma Kurdistanê û pirsgirêkên heyî

Hewlêr (Rûdaw) - Bernameya vê carê ya "Li Gel Renc" a Tora Medyayî ya Rûdawê bal kişand ser sektora geştyariyê ya Herêma Kurdistanê.

Sektora turîzmê îsal li pêşberî qonaxeke nû ye.

Barîna rêjeyeke zêde ya baranê xwezaya Kurdistanê li gorî salên borî geştir kiriye. Ev yek jî hevdem e li gel rewşeke aloz a siyasî û leşkerî ya li herêmê.

Di vê bernameyê de qala wê yekê hat kirin ku ev derfet çawa were bikaranîn da ku Kurdistan ne tenê bibe cihê demkî, bibe navendeke timî ya geştyariyê.

Rola "vlogeran" û kesên ku di torên civakî de navdar bûne, mijareke sereke bû.

Gelo ew tenê reklama wan cihan dikin ku pereyan didin wan, yan karîne cihên nû û nedîtî bi geştyaran bidin naskirin?

Dîjîtalkirina herêmên geştyariyê û plana 8 salan

Berdevkê Desteya Giştî ya Turîzmê ya Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdulmecîdê ku li studyoyê amade bû destnîşan kir:

"Ji sala 2015an ve rêbera geştyarî ya Herêma Kurdistanê nehatiye nûkirin lê em bi malpereke gelekî mezin û tijî zanyarî ya wekî 'Visit Kurdistan'ê re di nav hevahengiyê de ne.

Sal û nîvek e em li ser çêkirina rêbera elektronîk a geştyarî bi hevahengiya Visit Kurdistanê re dixebitin.

Di demeke nêzîk de dê sepana 'Kurdistan Guide'yê berdest bibe.

Niha serdema sepanan e û serdema kaxezan derbas bûye. Beriya ku îsal biqede dê ji bo geştyariya zivistanê amade be."

Berdevkê desteyê qala wê yekê jî kir ku sektora turîzmê di kabîneya nehem de bûye karê pêşî û li pey çû:

"Plana me ya 8 salan ji bo bipêşxistina turîzmê heye. Zêdetirî 80 projeyên geştyarî bi nirxê zêdetirî 7 milyar û 500 milyon dolarî hatine çêkirin.

Tenê di sala 2025an de bi sermayeyê 414 destûrnameyên veberhênanê dane projeyên geştyariyê.

Niha şiyana me heye ku em di şevekê de 100 hezar geştyarî pêşwazî bikin."

Kurdistan “ful pakêt” e lê bê derya ye

Xwediya şirketa geştyariyê ya navxweyî Arezû Hesenê li studyoyê anî zimên:

"Kurdistan ji ber cihê xwe yê cografî ‘ful pakêt’a geştyariyê ye. Her tiştê wê heye tenê zerya û deryaya wê nîne.

Em ji her çar demsalan sûdeke baş dibînin lê ji ber şer derfeta me çênebûye em xwe nîşan bidin.

Erkê nifşê niha ye ku turîzma Kurdistanê bi derve bidin naskirin. Gelek ji ber naskirina Mezopotamyayê tên Kurdistanê."

Di sala 2025an de Kurdistan di warê turîzmê de bû xwediyê xelateke cîhanî. Arezû Hesenê diyar kir:

"Bi rêya kar û çalakiyên xwe me şiya em serkeftî bibin. Di van du sê salên borî de di turîzma sektora taybet de guherînên mezin çêbûne.

Ew jî bi hevahengiya Visit Kurdistanê anîna nivîskar û vlogerên cîhanê ye ji bo Kurdistanê.

Her wiha zanyariya zimên û rojanekirina ciwanan a li gorî standardên cîhanî girîng e.

Rêbera geştyariyê dikare roleke girîng ji bo danasîna Kurdistanê bilîze.

Tenê zêdebûna hejmaran ne girîng e, divê xizmetguzariyên me jî hebin. Rêyên me gelekî xerab in.

Ez jiyana xwe dixim metirsiyê û diçim cihên geştyariyê yên nû û paşê ez geştyaran dibim wan deran. Gelek herêmên geştyariyê hatine piştguhkirin."

Balyozên xwebexş: Ji Hewramanê heta Şaxê Xalxalanê

Vlogera ji Helebceyê Evîn Hebîbê eşkere kir:

"Hewraman cihek e ku piraniya geştyaran jê hez dikin û her demsalê geştyar lê hene lê li Hewramanê aboriyeke me ya baş nîne.

Pêwîst e çavdêrî li ser geştyaran hebe. Ez naxwazim em kafe û xwaringehan vekin ji ber ku ez dixwazim çanda xwe biparêzim. Em rê nadin geştyaran ku cihên geştyariyê xera bikin.”

Vloger Mîr Omer jî got:

"Me biryar daye ku em mora Kurdî di geştên derve de bi kar bînin. Em hewl didin ku Ereb ji turîzma Kurdistanê fêm bikin û em wan fêrî peyvên Kurdî dikin.

Bi zimanên Îngilîzî û Erebî em propagandayê ji bo herêmên Kurdistanî dikin."

“Erebên ku tên Kurdistanê mat dimînin”

Vlogerekî din ê bi navê Lirîz Newzer ê ji Kerkûkê destnîşan kir:

"Me cara yekem mijara çiyageriyê anî nav xelkê Kerkûkê lê gihiştina Çiyayê Hemrînê ne hêsan e û ji aliyê ewlehî û jêrxanê ve ne baş e.

Şaxê Xalxalanê gelekî xweş e lê rêya wê nîne û ne paqij e. Erebên ku tên Kurdistanê mat dimînin û dibêjin ev der ne Kurdistan e.

Em ji bo pêkanîna fikrên xwe hewleke zêde didin. Desteya geştyariyê destûrê dide me lê xelkê gundan rê nade me em projeyên xwe li gundan pêk bînin.

Heta niha jî rewşenbîriya geştyariyê li Kurdistanê kêm e."

Vlogerê ji Hewlêrê Omer Cebelî da zanîn:

"Ez xelkê bi wan gundan didim naskirin ku berê nas nakin. Jêrxana Barzanê gelekî baş û bihêz e.

Zêdetirî 20 cihên me hene ku ajalên wekî xezal, hirç û bizinên kovî li wan hene. Ji Çomanê re dibêjin Swîsre. Dubaî salane 45 milyon dolarî ji turîzmê qezenc dike.

Lê tenê 6 heta 8 milyon geştyar tên Kurdistanê ku ev gelekî kêm e. Sê projeyên me amade ne. Divê cihê geştyarî sirûştî be û bi keviran were çêkirin."

Gazinên Dihokê: “Ne balafirgeha me heye û ne jî...”

Xwediyê şirketeke geştyariyê ya li Dihokê Kaman Berwarî bi dilekî tijî anî zimên:

"Em wekî parêzgeha Dihokê hejar in û yên herî zêde neheqî li wan hatiye kirin in.

Heta niha balafirgeheke me nîne. Rêjeya hejarî û bêkariyê herî bilind e. Proje dest pê dikin lê nayên qedandin. Cihên me yên geştyariyê yên gelekî baş hene lê cihek nîne ku tu lê bimeşî."

Kaman Berwarî amaje bi wê yekê jî da û got:

"Zêdetirî ji sedî 70yê otêlên Dihokê hatine girtin. Ji ber ku mezreyan (baxan) karê otêlan kêm kiriye.

Ti piştgiriya ji bo şirketan nîne. Her wiha xercî û bac jî giran in. Rê xirab in û xizmetguzarî gelekî xirab e. Cihên geştyariyê hene ku du destşok û selikeke gilêşê li wan nînin.

Pêwîst e em pêbend bin ku rêbereke geştyarî ya me bi xwe bi basên Ereban re biçe.

Geştyar kêm in û geştyarên me yên biyanî nînin ji ber ku balafirgeheke me nîne."

Piştgiriya hikûmetê û hawara derçûyan

Xwendekarên beşa turîzmê û derçûyên salên borî yên ku li studyoyê amade bûn, qala wê yekê kir ku ti deng û qal ji bo tayînkirina wan nîne.

Îbrahîm Ebdulmecîd di bersiva vlogeran de diyar kir:

"Em girîngiyeke zêde didin rola vlogeran û me 40 gerokên welatên Kendavê anîne Kurdistanê.

Deriyê me ji hemû vlogeran re vekirî ye. Bila ew projeyên xwe bînin, em dê alîkariya lojîstîk, hatin çûyîn û manê li xwe bigirin.

Lê divê naveroka wê di asta navê Kurdistanê de be. Plana me ya 8 salan heye."

Wî li ser tayînkirinan jî eşkere kir:

"Divê bernameya xwendinê were guhertin, wekî din em baweriyê bi şiyanên ciwanên xwe tînin."

Amarên fermî yên sektora turîzmê ya li Herêma Kurdistanê:

Herêmên geştyariyê: Zêdetirî 3 hezar û 100 navendan.

Şiyana mêhvankirinê: 70 hezar nivîn.

Çavkaniya geştyaran: Ji sedî 85 ji navend û başûrê Îraqê tên.

Bipêşketina turîzmê ya li gorî hejmara geştyaran:

Sala 2022yan: 6 milyon geştyar.

Sala 2023yan: 7,3 milyon geştyar.