Li Rihayê birûskê şivanek kuşt
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cirnê Reş a Rihayê birûskê li şivanekî xist û ew kuşt.
Dema ku Şehîs Bucakê 27 salî ku li çolê heywanên xwe diçêrandin birûskê lê xist.
Li ser agahîdayîna kesên li derdorê ambulans, polîs û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê Bucak bi ambulansê rakir Nexeweşxaneya Dewletê ya Cirnê Reş lê ew ji mirinê nefilitî.