Ehmed Hîlalî: Radestkirina cenazeyên şervanên HSDyê didome

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Komîteya Serokkomariya Sûriyeyê Ehmed Hîlalî got, "Berdana dîlan û radestkirina cenazeyên şervanên HSDyê berdewan dike."

Berdevkê Komîteya Serokkomariya Sûriyeyê Ehmed Hîlalî yê Bicihanîna Peymana 29ê Kanûna Paşîn Ehmed Hîlalî, derbarê pêvajoya radestkirina cenazeyan û rewşa girtiyan ji Rûdawê re axivî.

Ehmed Hîlalî diyar kir ku pêvajoya berdana dîlan û radestkirina cenazeyan hîn jî bi awayekî rêkûpêk didome.

Sedema derengketinê

Hîlalî destnîşan kir ku carinan di radestkirinê de hinek derengketin çêdibin.

Wî sedema vê yekê jî bi rêkarên lêkolînê û kar û barên belgekirinê ve girê da.

Ehmed Hîlalî eşkere kir ku di navbera her du aliyan de, cenazeyên ku niha tên radestkirin tenê yên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) in.

Hîlalî destnîşan kir ku ti cenazeyên din di vê pêvajoyê de nînin.

Berdevkê Komîteya Serokkomariya Sûriyeyê derbarê hejmara cenazeyan de diyar kir ku heta niha ti amara hûr û dawî di destê wan de nîne.

Hîlalî da zanîn ku pêvajoya radestkirinê bi rêya Wezareta Rewşên Awarte û Karesatan tê meşandin.

"Dibe ku girtî vê hefteyê vegerin"

Hîlalî her wiha da zanîn ku ew niha bi giranî li ser dosyeya girtiyan dixebitin.

Armanca wan ew e ku girtî di demeke nêzîk de vegerin malên xwe.

Li gorî daxuyaniya daxuyaniya, dibe ku vegera girtiyan di nav vê hefteyê de pêk were.