FLAŞ – Dîsa qedexe, dîsa oparasyon

Amed (Rûdaw) – Li navçeya Liceyê ya Amedê, qedexeya ji mal derketinê û operasyonan dest pê kir.

 

Li Şirnêxê û navçeya Nisêbîna Mêrdînê duh operasyon bi dawî bûn, lê îro li navçeya Liceyê ya Amedê, qedexeya derketina derve û operasyonan dest pê kir.

 

Walîtiya Amedê bi hêceta ku li herêmê gerîlayên PKKê hene qedexeya derketina derve îlan kir.

 

Qedexe li taxên Uçadamlar, Guldike, Yaprakkoy, Yorulmaz, Kilicli, Bayirli, Gurbeyli, Akçabucak û Baharlar îro saet 10.30 dest pê kir dê heta fermanek duyem a ji aliyê Walîtiya Amedê bidome.

 

Li navenda Şirnexê û Nisêbînê operasyonan heta duh 82 rojan ajotibû. Li her cihên navborî qedexe hêj berdewam e.