Daxuyaniya Baregeha Barzanî li ser hilbijartina parêzgarê Kerkûkê

Hewlêr (Rûdaw) –Ofîsa Ragihandina Baregeha Barzanî li ser helwesta Serok Mesûd Barzanî  a derbarê mijara parêzgarê Kerkûkê de ragihand ku helwesta wî ji aliyê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ve şaş hatiye fêmkirin.

Ofîsa Ragihandina Baregeha Barzanî bi sê xalan helwesta Serok Mesûd Barzanî  a derbarê pirsa parêzgarê Kerkûkê û bilêvkirina Ferîdûn Ebdulqadir de zelal kir û ragihand: “Serok Barzanî zaniyê ku Kak Kostret Resûl daxwaz ji Ferîdûn Ebdulqadir kiriye bibe parêzgar, ji ber vê yekê Serok Barzanî jî xwestiye ku kesekî wek Ferîdûn Ebdulqadir niştîmanperwer bibe parêzgar û erênî pêşwazî kiriye.”

Nivîskar û rojnamevan Arîf Qurbanî di 2yê Hezîranê de ligel Serok Mesûd Barzanî   hevdîtinek pêk anîbû û piştre beşdarî bernameya Rûdaw Îro ya Rûdaw TVê bû û têde behsa naveroka hevdîtina ligel Barzanî kiribû.

Derbarê vê yekê de di daxuyaniya Ofîsa Ragihandina Baregeha Barzanî hat gotin: “Em ji bo zelalkirina helwesta Serok Barzanî di derbarê pirsa parêzgarê Kerkûk û bilêvkirina navê Birêz Ferîdûn Ebdulqadir de û her şaşiyan ji raya giştî re radgihînin:

Yekem: Rêkeftineke gelek zelal di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û YNKê de hatiye îmzakirin ku ew rêkeftin li ser danîna parêzgarek bo Kerkûk bû, ligel hewlên pêkanîna Kabîneya nû ya Hikumeta Herêma Kurdistanê û rêkeftina Serok Barzanî û Kosret Rewûl Elî liser navê kesk bibe binemaya rêkeftina PDK û YNK li ser berbijêrê hevbeş ji bo kursiyê parêzgarê Kerkûkê. Ev yek jî ti peywendî bi hilbijartina hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê nebûye û diyar jî nîne ku ew rêfketin ji aliyê biraderên me yên YNKyî ve çawa şaş hatiye fêmkirin.

Duyem: Bilêvkirina navê Ferîdûn Ebdulqadir ji bo kursiyê parêzgeha Kerkûkê li piştî wê yekê hatiye ku ji aliyê Kosret Resûl Elî ve hatiye daxwazkirin ku ew bibe berbijêrê vê postê. Piştî ku Serok Barzanî zanî Ferîdûn Ebdulqadir ji bo kursiyê parêzgeha Kerkûkê hatiye pêşniyarkirin wî jî xwestiya ku kesekî wek Ferîdun Ebdulqadir niştîmanperwer bibe parêzgarê Kerkûkê. Lewma Serok Barzanî daxwaz ji Fersed Sofî kiriye ku serdana Kosret Resûl bike û razmendiya Serok Barzanî bo wî rabigihîne. Bi vî şêweyê Serok Barzanî û Kosret Resûl li ser navê Ferîdûn Ebdulqadir li hev kirine.

Em dîsa dubare dikin Birêz Ferîdûn Ebdulqadir bixwe daxwaz bo kursiyê parêzgeha Kerkûkê nekiriye û ew ji aliyê Serok Barzanî û Kosret Resûl ve ji bo vê postê guncaw hatiye dîtin. Birêz Ferîdûn Ebdulqadir jî gotiye ew wê erkê li xwe nagire lê amade ye her alîkariyê bike.

Sêyem: Ji ber rewşa awarte û aloz a Kerkûkê, pêwîstiya aramkirina rewşa ewlekarî û asayîkirina Îdarî ya bajêr û xizmetkirina xelkê Kerkûkê, pêwîst e parêzgarek bihêz bê danîn. Ji xeynî PDK û YNKê divê aliyên din ên Kurd, Tirkmen, Ereb û pêkhate jî li ser razî bin û rêkeftin ligel hikûmeta Iraqê hebe.Çimkî ew kesê ku bibe parêzgar eger desthilata pêwîst nebe û razîbûna aliyan li ser nebe, nikare xizmeta xelkê Kerkûkê bike û rewşa Kerkûkê jî, asayî bike.”