Jin û zarok ji Kampa Holê têne derxistin

Qamişlo (Rûdaw) - Piştî ku berpirsên Rêveberiya Xwesr ligel serok eşîrên Ereb ên Dêrezor û Reqayê civiyan, li gor rêkeftineke wan 800 jin û zarokên nişteciyên Kampa Holê hatin derxistin, û ji bo Reqa û Tebqa hatin şandin.

Beşekî mezin ji wan kesên hatine derxistin hevjinên çekdarên DAIŞê bûn, dixwazin çekdarên girtî yên wê rêxistinê serbest werin berdean.

Berpirsên Rêvebriya Xweser dibêjin, kesên ku hatine derxistin ti peywendiyên wan bi DAIŞê tune, û wê di bin çavdêriya êşîrên Ereb de bin.

Koçbera bi navê Siham Ebûd dibêje: “Daxwaza belgeyan ji min kirin, min nasnameya xwe ji wan re bir , ji min re gotin dû rojin din veger. Bi rastî jî piştî du rojan min navê xwe di lîsteyê de dît, dê nasnameya min û zarokên min li Reqa bidin min piştî ku kerta kampê jî min standin.”

Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê ku hem awareyên navxwe yên Sûriyê û hem malbatên DAIŞê yên biyanî tê de ne, bi du şêweya koçberên sûrî derdixîne  ew jî, yan hebûna belgeyan û nasnameyên pêwîst e yan jî bi kefaleta serokeşîrên Ereb dibe.

Koçber Selwa Mislim jî got: “Hevĵînê min ji Îtaliya ye, niha di zindanê de ye, xwedê wî vegerîne, ez niha diçim Tebqa, kes alîkariya me nake, tevaya wan li dijî dewleta îslamî bûn, hevjînê min salekê çekdarê DAIŞ bû lê piştre sekinî , ev çar sal bû tevlî DAIŞê bibû.”

Derbarê hebûna metirsiya dubare belavbûna bîr û baweriyên DAIŞê de, şêxên eşîran soz dane Rêveberiya Xweser, wan kesan têxin bi çavdêrî û kontrolê de.

Serokê Desteya Karûbarên Kampan li Rojavayê Kurdistanê Şêxmûs Ehmed got: “Ev di kampê de dimînin lê dixwazin tevlî heviyan bikin, û yên diçin qet peywendiya wan bi DAIŞê re tune.

Di qonaxa yekem de 8‪0‪0‪ jin û zarok hatin derxistin û ev prose dê berdewam be heya nemana Sûriyan di nav Kampa Holê de.