Li Dêrsimê kamyonet wergeriya: 6 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya  Pilemûriyê ya Dêrsima  Bakurê Kurdistanê,  kamyonet wergeriya û di encamê de 6 kes birîndar bûn.

Kamyoneta bi plaqeya 42 FL 342 ya Nusret K. diajot li ser rêya Dêrsim-Erzinganê li devera Kirmizikopruyê ji kontrola şofêr derket û wergeriya.

Di qezayê de şofêr û 5 kesên di kamyonetê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, ekîbên tenduristî û cendirmeyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Piştî midaxeleya ewil a li cihê bûyerê, birîndar bi ambulansan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê.

Hat zanîn ku xetere li ser jiyana birîndaran tuneye.