Li Amedê pevçûn: 3 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di navbera du koman de pevçûna bi çekan derket û 3 kes birîndar bûn.

Li Amedê şeva borî di navbera du komand de ji ber sedemeke nehatiye zanîn pevçûn derket û piştre wan bi çekan êrişî hev kir.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Di pevçûnê de 3 kes birîndar bûn û rewşa kesekî giran e.

Derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê hat kirin û ji bo kesên reviyane kar û xebatên hêzên ewlehiyê berdewam dikin.