Li 9 bajaran hişyarî hat dayîn
Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku îro li 9 parêzgehan barana gur dibare û egera lehiyê heye.
Herwiha ji welatiyan hatiye xwestin ku tedbîrên pêwîst wergirin.
Li gorî daxuyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê îro li parêzgehên Sêwaz, Erzirom, Qers, Wan, Sêrt, Amed û Mêrdînê baran dibare û eger heye lehî rabe.
Li herêmê pileya germahiyê 2 heta 4 pileyan zêde dibe û dem bi dem ba û bahoz çêdibe.
Doh li herêma Deryaya Reş a Tirkiyê baraneke zêde bariya û bi taybetî li parêzgeha Trabzonê ji ber lehiyê zerer madî çêbû.