Li Colemêrgê mînîbus wergeriya: 12 leşker birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê mînîbusa ku leşker tê de bûn wergeriya, 12 leşker birîndar bûn.

Qeza li ser rêya Colemêrg û navçeya wê Çelê çêbû.

Mînîbusa ku leşker tê de nûm ji kontrolê derket û wergeriya.

Piştî qezayê polîs, cendirme, tîmên tenduristiyê û tîmên rizgarkirinê çûn cihê bûyerê.

Piştî midaxeleya ewil ya li cihê bûyerê tîmên tenduristiyê 12 leşkerên birîndar bi ambulansan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.

Li ser qezayê  lêpirsîn hat destpêkirin.