Mêrdîn ji Cejna Qurbanê re amade ye: 'Enerjiyeke cuda heye'

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ji Cejna Qurbanê re amade ye û li hêviya geştyaran e.

Bajarê ziman, baweriyan û bihevrejiyanê Mêrdîn amadekariyên xwe temam kirin.

Bi çand û mîmariya xwe ya dîrokî ji bo Cejna Qurbanê hembêza xwe ya germ ji geştyaran re vekiriye.

Rêberê Xwebexş ê Geştyarî Emrullah Kahraman got:

“Her tişt amade ye û em amade ne. Hemû rêber û personelên me amade ne.

Em amade ne ku bi hemû hêza xwe pêşwaziyê li hemû qelebalixiya cejnê bikin.”

Mêrdîn bi medbexa xwe ya dewlemend û xwarinên xwe yên xwecihî û bitam jî derdikeve pêş.

Bi nirxên erzan û guncav derfetek baş pêşkêşî wan kesan dike ku dixwazin çend rojên bêhnvedana cejnê bi xweşî derbas bikin.

Geştiyara ji Stenbolê Umran Gokçenê anî ziman:

“Bi nerîna min enerjiyeke gelekî cuda ya Mêrdînê heye. Mirovên wê gelekî xwîngerm in.

Ji ber ku ez bi eslê xwe ji Rojhilat im, dema hatim vê derê gelekî kêfxweş bûm ku min hest bi wê germahiyê kir.

Ez tekez pêşniyar dikim. Ev bajarek e ku divê her kes bibîne.”

Niha rêjeya tijîbûnê li otêlên bajêr gihiştiye derdora ji sedî 95an.

Kesên ku plana wan a serdana bajêr heye divê destê xwe sivik bikin.”

Serokê Komaleya Otelvan û Geştyariyê ya Mêrdînê Ozgur Gurgor jî da zanîn:

“Em ji mêhvanên xwe dixwazin ku di demeke kurt de rezervasyonên xwe bînin pêş.

Ji ber ku bi rastî daxwazeke zêde heye.”

Esnaf û dikandarên Mêrdînê jî amade ne.

Dezgehên xwe ji berheman tijî kirine û dixwazin vê cejnê bikin du cejnan.

“Em her kesî vedixwînin”

Dikandar Aydin Yertum got:

“Me berhemên xwe ji bo cejnê amade kirine.

Şekirên behîvan, qehwe û beniyên me hene.

Em her kesî vedixwînin vê derê.”

Dikandarekî din Necmettiîn Yuksel jî da zanîn:

“Me niha derdora 200 cure sabûn amade kirine û em li benda cejnê ne.

Înşallah teqîneke baş a geştyariyê li Mêrdînê çêbibe.”

Li gorî amarên Komaleya Otelvan û Geştyariyê ya Mêrdînê sala borî 3 milyon geştyar çûne serdana Mêrdînê.

Derdora 900 hezar ji wan jî bi şev li otelên bajêr mane û armanca ew e ew hejmar îsal 1,5 milyon kesan derbas bike.