Sanherîb Bersûm: Me û hikûmeta Şamê li ser avakirina komîteyan li hev kir

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Heyeta Dan û Standinan a Rêveberiya Xweser Sanherîb Bersûm ragihand ku wan di civîna xwe de ya bi hikûmeta Şamê re behsa hemû dosyeyên giring kir û li ser avakirina komîteyan li hev kir.

Bersûm da zanîn ku çend komîte dê ji bo dosyeyên perwerde, asayiş û pirsgirêkên navxwe bên pêkanîn.

Heyeta Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê ji bo bicihkirina xalên peymana 10 Adarê ya di navbera Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer û Fermanderê HSDyê Mezlûm Ebdî de civiyan.

Endamê Heyeta Dan û Standinan a Rêveberiya Xweser Sanherîb Bersûm bû mêvanê bultena Nûrojê ya Rûdawê ku Nalîn Hesen pêşkeş dike û behsa hevdîtinên bi berpirsên hikûmeta Şamê re kir.

Sanherîb Bersûm da zanîn ku yek ji dosyeyên giring ên di civînê de gotûbêj li ser hat kirin, dosya ezmûnên xwendekarên pola 9 û 12 li herêmên Rêveberiya Xweser dixwînin bû.

“Hikûmetê soz da me”

Bersûm da zanîn ku ku heyeta hikûmeta Şamê soz daye wan ku kar li ser çalakkirina encamên peymanên  Desteya Perwerdeyê ya Rêvebveriya  Xweser û Wezareta Perwerdehiyê ya Sûriyeyê  bikin û navedên taybet ji bo pêşkêşkirina ezmûnan li Rojavayê Kurdistanê vekin.

Bersûm derbarê hejmara komîteyên ku pêwîst e bêne pêkanîn jî ragihand ku gelek komîte hene wekî komîteya taybet a dosya HSDyê, komîteya ewlehiya navxwe, komîteyên îdarî, komîteya neft û gazê, komîteyên deriyên sînor û komîteya balafirgeha Qamişlo.

“Komîteyên me amade ne”

Wî tekez kir ku komîteyên Rêveberiya Xweser amade ne lê maye ku komîteyên hikûmeta Şamê bêne pêkanîn û piştî cejna Qurbanê dê dest bi civînên xwe bikin. 

Bi gotina Sanherîb Bersûm ji bo destpêkirina geştên esmanî yên balafirgeha Qamişlo pirsgirêkên teknînîkî nîne lê pirsgirêkên siyasî û leşkerî hene.

Bersûm her wiha da zanîn ku hêzên Rûsyayê li nava balafirgeha Qamişloyê hene lewma  pirsgirêk heye û divê hikûmeta Şamê vê pirsgirêkê bi Rûsyayê re çareser bike.

Berpirsekî Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ji Rûdawê re got, ew dê hejmara hêzên xwe li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kêm bikin.

Wî berpirsê Pentagonê got, "Di vê qonaxê de dê çend sed leşker bên vekişandin. Em dê hejmara hêzên xwe bo hezar leşkerî kêm bikin."

Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Thomas Barrack ji aliyê xwe ve ragihand ku ji 8 bingehên hêzên Amerîkayê yên li Sûriyeyê tenê dê bingehek bimîne.

Sanherîb Bersûm li ser vê yekê jî got, “Me di civîna de hêzên biyanî bi hikûmeta Sûriyeyê gotûbêj nekir lê em jî dibhîzin ku Amerîka hêzên xwe li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kêm dike û ev girêdayî siyaseta Amerîka ye.”