Xalên ku Ocalan pêşkêşî Kongreya PKKyê kirine diyar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya nêzîkî PKKyê 4 xalên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî Kongreya 12emîn a PKKê kirine, belav kirin.
Partiya Karkerên Kurdistanê PKKyê (PKK) banga 27ê Sibatê ya rêberê xwe Abdullah Ocalan pejirand û 12emîn kongreya xwe di navbera 5 û 7ê Gulanê de pêk anî.
PKKyê biryara xwefesixkirinê da bû.
Nirxandina Abdullah Ocalan a ji 4 xalan a ku pêşkêşî Kongreya 12emîn a PKKyê kir û li medyaya nêzîkî PKKyê hat weşandin.
Ocalan di nirxandina xwe de gotiye PKK ji ber ku temenê xwe tijî kiriye, divê bi fermî fesix bibe.
Nirxandina Ocalan bi rengî ye:
“Hevrêyên hêja!
Di dawiya 52 sal, mehek û hefteyekê ya dîroka me ya têkoşînê de em bi rengekî fermî serdemeke dîrokî li pey xwe dihêlin. Bi wateyeke hîn şênber em dixwazin ji sosyalîzma bi armanca netewe dewletê derbasî serdemeke dîrokî ya ji sosyalîzma civaka demokratîk bibin. Wekî ku dawî û destpêka her tiştî heye.
Serdemek, ji ber çar sedemên bingehîn divê bê bihurandin.
1- PKK ji ber ku ji aliyê cewherî ve temenê xwe tijî kiriye, divê bi fermî fesix bibe. Mebest ji vê yekê belavbûna reel sosyalîzmê ji ber sedema navxweyî, pêwîstiya bi vekirina rêyeke nû ya sosyalîzmê, rewşa naskirin û pêkhatina nasnameya Kurd e.
2- Têkoşîna çekdarî xwe dispêre stratejiyeke bi armanca netewe-dewletê. Ji bo daketina ji vê armancê û derbasbûna li nava bernameya civaka demokratîk divê xwe bispêre hiqûq û siyaseta demokratîk. Lewma pêwîstî pê heye ku dest ji têkoşîna çekdarî bê berdan. Berdêl û bersiva vê jî naskirina mafê siyaseta demokratîk û misogeriya hiqûqî ya yekbûyî ya qewîm e.
3- Ji ber ku hevdîtin û diyaloga bi dewletê re di bin fermiyeta PKKyê de nayê qebûlkirin, pêwîstî bi fesixkirinê heye ku wekî hêmaneke girîng bûye rojev. Ev yek wekî encameke raya giştî dikare bê dîtin.
4- Ji bo serdemeke nû, derbasbûna li nava qonaxa 'Aştî û Civaka Demokratîk' pêwîstî ye. Hem ji aliyê naverokê ve hem jî ji aliyê formê ve wekî alternatîfa serdema destpêkê, ez di wê baweriyê de me ku biryarên kongreyê yên li ser bidawîkirinê, civaka demokratîk, siyaset û hiqûqa wê, wê dîrokî be û serketinê jê re dixwazim.
Israra li ser mirovahiyê israra li ser sosyalîzmê ye.
Sosyalîzma netewe-dewletê têkçûn e, sosyalîzma civaka demokratîk serketin e.”