RIHA - Çinîna genim di bin siya hişkesalî û bihayê kêm de dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê çinîna genim di bin bandora hişkesaliyê de dest pê kir.

Li Rihayê îsal ji ber hişkesaliyê erdên bejî nehatin çinîn, tenê erdên avî tên çinîn ku berhema wan jî li gori sala borî nîve nîv kêm bûye.

Cotkar ji rewşê gilî û gazinan dikin.

Cotkar Alî Onur kêmbûna berhemên çandiniyê bi kêmasiya baranê ve girê da û got:

"Îsal baran tinebû. Erdê avî jî vala ne, yên bejî jî tew nehatin.

Sala çûnî serê donimê 650-700 kîlo jê dihat lê îsal 300 tê, heta niha ne diyar e, wê derdora 300-350î were."

Piştî hişkesaliyê bihayê ku hikûmetê ji bo ceh û genim eşkere kir jî moralê cotkaran xirab kir.

Hikûmetê ji bo tonek ceh 11 hezar lîre û ji bo tonek genim 13 hezar û 500 lîre diyar kir.

"Xercî 10 qat zêde bûn lê biha mîna berê ye"

Cotkar Omer Yildirim li hemberî bihayê genim nerazîbûnên xwe wiha anîn zimên:

"Berhem tine, ji xwe ji payîzê ve baran tinebû, av tinebû.

Di hişkesaliyên zemanê berê de tene ewqas dibû, îsal ji ber hişkesaliyê hişk bû û me pez berdayê.

Rewş ne rind e. Nîsk jî hişk bûne û belek bûne. Yek jî biha nîne, gelek kêm e, tew sifir e.

Xercî 4-5 û 10 qat zêde bûn, lê biha tenê mîna berê ye. Hev dernaxin, em neçar in vî karî bikin, em neçînin nabe.”

Riha yek ji parêzgehên herî mezin ê çandiniyê ye.

Li gorî amarên Saziya Çandinî û Daristanê ya Rihayê, sala borî li wê parêzgehê milyonek û 508 hezar û 587 ton genim hat berhemanîn ku li seranserê Bakurê Kurdistanê bajarê yekem û li seranserê Tirkiyeyê bajarê çarem bû.