Galeriya wêneyan

04-06-2025
20 Photos
Bilind T. Abdullah

Li Herêma Kurdistanê piştî ku çend bûyerên nexweşiya taya biwîn a ajelan hatin dîyin li Hewlêrê gelek kesan ji bo Cejna Qurbanê ajel nekirîn.

Li aliyê din, biryara Hikûmeta Îraqê ya rawestandina şandina meaşên karmendan kirîna qurbanan ji bo gelek malbatan ji aliyê aborî ve ne mimkin kiriye.

Şaban Mecîdê ku bi dehan salan e bazirganiya pez dike.

Mecîd ji Rûdawê re da zanîn ku sedemên sereke yên sistiya bazarê, belavbûna nexweşiyê û biryara Bexdayê ye.

Şaban Mecîd got, “Pez pir e lê kes nakire.”

Mecîd her wiha bi xemgînî da zanîn ku sala borî beriya Cejna Qurbanê wî herî kêm 16 ajelên xwe firotibûne lê îsal heta niha yek jî nefirotiye.