Şaredariya Midyadê sembola Êzidiyan li ser logoya xwe rakir
Di logaya berê ya Şaredariya Midyadê de sembolên temsilyeta pêkhateyan, misliman, krîstiyan û Kurdên Êzidîn hebû, lê piştî ku di hilbijartinên 31ê Adarê de şaredarî ket di destê AK Partiyê de li ser logoyê guhertin kir.
Şaredariya Midyadê ku niha di destê AK Partiyê de ye li ser logoya şaredariyê sembola Tawus Melek ku ji bo nîşandina xweşbîniya bîr û olan hatî bikaranîn rakir.
Di logoya nû de du çûk hatine bikaranîn û heyv û stêr jî zêdetir berçav kirine.
Li gor medyaya Tirkiyê biryar di civîna encûmena şaredariyê de hatiye dayîn, lê di heman demê hat îdiakirin ku Meclîsa Şaredariyê ji biryarê ne agahdar e.
Şaredariya Midyadê heta niha derbarê bûyerê de ti daxuyaniyeke fermî belav nekiriye.