Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Lêkolînan a Rûdawê bi rêya sîstema Online, aliyên Rojavayê Kurdistanê li hev kom kirin û bi wan re qonaxa hestyar a danûstandinên Kurdî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gutûbêj kir. Di panêlê de rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê, rêkeftina vê dawiyê ya navbera ENKS û PYNK û herwiha rêkeftina sala 2014 a navbera ENKS û TEV-DEM hat gotûbêjkirin û beşdarên panelê ji bo serkevtina bi ser hemû astengan de tekezî li ser yekrêzî û yekhelwêstiya aliyên Rojavayê Kurdistanê kirin.
Di panêlê de, ku Seroka Partiya Yekîtiya Kurdistanî Fesla Yûsif, Sekretêrê Partiya Wîfaq Fewzî Şingalê, Nûnerê Partiya Çep Fethela Huseyînî, nûnerê ENKSê Ebdulkerîm Mîranî, nivîskar Azad Elî, Farûq Hacî Mistefa, Sîrwan Qiço û Selah Hennan beşdar bûn.
Di panêlê de pênc mijarên sereke hatin gotûbêjkirin, ku ev bûn:
1. Giringiya gotûbêjan di navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de
2. Astengên li pêşiya vê rêkeftinê çi ne?
3. Helwêsta aliyên peywendîdar li ser hemû astan di vê bareyê de bi çi awayî dibe?
4. Helwêst û berteka hikûmet û opozisyona Sûriyê derbarê rêkeftina aliyên Rojava de bi çi awayî dibe?
5. Astengên herêmî û navdewletî çawan dibin? Helwêsta Tirkiyê û Îranê çawan dibe? Amerîka û Rûsya di vê bareyê de çi dikin?
Endama Desteya Hevserokayetiya PYDê Foza Yûsif ragihand, ku pirsa yekîtiya Kurdan, hebûn û nebûn e, lewma divê wan hemû astengan derbas bikin û got, amadekarî ji bo qonaxa dûyem têne kirin.
Foza Yûsif diyar kir: “Mijara yekîtiya Kurdan, mijara hebûn û nebûnê ye, em weke doza Kurd di pêvajoyeke serkeftin û binkeftinê de ne, mafê me û misogeriya mafê me, pêşeroja me bi vê pêvajoyê ve girêdayî ye, gerek em wisa bigirin dest û bi vê biryarê em tevbigerin. Hem ji hêla fermandariya QDSê û hem jî ji rayedarên Amerîkî jî ji bo qonaxeke duyemîn xebateke hevbeş tê meşandin, lê hîna destpê nekiriye, bi awayekê fermî mirov dikare vêya bibêje.”
Foza Yûsif got: “Em weke netewa Kurd li Rojhilata Navîn di qonaxeke hesas û çarenivîssaz re derbas dibin, em jî weke Kurd dixwazin mafê xwe bidest bixin. Eger em bikarin bigihin stratejiyeke hevbeş, wê demê em dê bikarin mafê xwe bidest bixin. Ew yek xuya bûye, ku eger em wek Kurd nebin hêzeke hevbeş û xwdiyê stratejî û gotarkee hevbeş, wê demê em nikarin bi awayekê baş pirsgirêkên li pêşiya xwe çareser bikin.”
Rêkeftina navbera aliyên siyasî yên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê banal hikûmet û opozisyona Sûriyê jî kişandiye ser xwe û ew jî bê helwêst nebûne.
Endamê Polîtburoya PDK-Sê Ebdulbast Hemo tekez kir, ku piştgiriya Başûrê Kurdistanê ji bo wan gelekî girîng e, ji bo ku di Destûra bihê de, Kurd bi xurtî cihê xwe bigirin.
Ebdulbasit Hemo got: “Em di qonaxekeje giring û hesas de ne, hêj rejîma Sûriyê hizra wê li hember Kurd neguheriye û weke 40 sal berî niha ye. Garantiya herî sereke bo Kurdan ev e ku yekrêz û yek helwêt bin. Nehêlin ji aliyê welatên herêmî û navdewletî ve li dijî hev bêne bikaranîn û pirsên xwe yên netewî biparêzin. Ew gotûbêj û rêkeftin jî hêza Kurd zêdetir dike.”
Lêkoler û nivîskar, Dr. Azad Elî jî ragihand, ku divê Kurd sûd ji ezmûnên xwe yên berê werbigirin û diyar kir: “Em divê ji astengan netirsin, gelek giring e em sûdê ji ezmûnênê xwe yên berê werbigirin. Divê eniyeke siyasî ya hevbeş û piralî li Rojavayê Kurdistanê li ser sîstemeke akademîl û yasayî were damezrandin. Divê em karekê bikin ku dost û dijmin li derve û navxwe rêz li vê eniyê bigirin.”
Di qonaxa yekem de Amerîakyê reşnivîsek dabû herdu aliyan û niha tê gotin, qonaxa duyem a danûstandinên Kurdî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê dereng ketiye.
Sekretera Partiya Yekîtiya Kurdistanî, Fesla Yûsif amaje vi wê yekê kir, ku divê Kurd rewşê bi diristî bibînin û diyar kir, ya ku Kurdan li Rojavayê Kurdistanê bi dest xistiye, bi piştgiriya welatên hevpeyman û bi taybet Amerîkayê ye û bi gotina “ev cara yekem e ku em bi Amerîkiyan re li ser maseyeke mijara Rojavayê Kurdistanê gotûbêj dikin”, destnîşan kir, ku divê Kurd wê derfetê ji dest nedin.
Fesla Yûsif jî diyar kir, ku qonaxa duyem a danûstandinan dereng ketiye û got: “Rast e qonaxa duyem paş ketiye û xelkê me mereq dikin bizanin çima ewqas dereng ketiye. Ya Rast, ev derengketin bi sedema ti pirsgirêkekê nebûye, tenê ji ber rewşa civaka me ye. Di van zûyan de qonaxa duyem destpê dike û emê gelê xwe dilxweş bikin. Me pêngava yekem avêtiye û wê yekê jî xelkê me keyfxweş kir. Em dikarin yekîtiya xwe ber bi pêş ve bibin ş wê destkeftê ji dest nedin.”
Sekretêrê Partiya Wîfaq, Fewzî Şingalî ku partiya wî beşek e ji Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdî (PNK) ye, di panêla Online ya Rûdawê de ragihand, hîn jî ew li benda aliyê Amerîkî ne, ji bo ku qonaxa duyem ya danûstandinan destpê bike.
Fewzî Şingalî herwiha behsa giringiya demê bo destpêkirina gotûbêjan û serxistina danûstandinan kir û got: “Dem gelek giring e tişta ku hatiye kirin kêm e û divê zêdetir were kirin, lê belê avêtina pêngavan e ber bi rêyeke dirist. Divê em hemû egeran binirxînin, haya me ji helwêsta Amerîka û Rûsya be û çavên me li ser tevgerên Tirkiyê be. Her welatekê bandora xwe li ser rewşa Rojavayê Kurditsanê heye. Astengên li pêşiya me mezin û zehmet in. Em derng ketine û me dereng dest bi tevgerê kiriye û qonaxa duyem dereng ketiye.”
Di 16ê meha bihorî de, ENKS û Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdî li ser pirsên siyasî li hev kirin û daxuyaniyeke hevbeş dan. Di daxuyaniyekê de herdu aliyan amaje bi wê yekê kiribûn, ku wan li ser bingeha Rêkeftina duhokê ya sala 2014 li hev kirine.
Herdu aliyan dabûne xuyakirin, ku ew rêkeftineke giring û dîrokî ye û diyar kiribûn, ku di demeke nêzîk de dê qonaxa duyem a danûstandinan dest pê bikin
Qonaxa bê jî, ew ê li ser pirsên, leşkerî, rêveberî û abûrî rawestin û Peymana Duhokê jî, wê bibe bingeha danûstandinên wan.
Sala 2014 ji 14ê Novemberê heta 22ê heman mehê, zincîrecivînek bi serpireştiya Serok Mesûd Barzanî di navbera herdu aliyên sereke yên Rojavayê Kurdistanê, ENKS û TEV-DEM de hatin lidarxistin û di encamê de herdu alî gihîştin rêkeftinekê ku bi Rêkeftina Duhokê hat naskirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse