Li Rihayê di êrişa piştî nimêja înê de 2 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di êrişeke bi çekan a piştî nimêja înê de 2 kes birîndar bûn.

Bûyerê îro li taxa Direkliyê ya li navenda Rihayê rû da.

Li gorî agahiyan, kesê bi navê A.Y. piştî nimêja înê li ber Mizgefta Ensarê bi demançeyê gule li S.Y. reşandin ku berê di navbera wan de alozî hebû.

Di êrişê de, S.Y. û welatiyekî din ê bi navê N.B. ku li nêzîkî cihê bûyerê bû birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê her du birîndar birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Rihayê.

Polîsan ji bo desteserkirina êrişkar A.Y.yê ku piştî bûyerê reviyabû dest bi xebatan kir.