Kelegerma havînê ye lê li Qersê teyrok dibare
Hewlêr (Rûdaw) - Îro 4ê Tîrmehê ye lê li navçeya Selîmê ya parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê teyrok dibare.
Li navçeyê piştî baraneke gur, teyrokê dest pê kir û di demeke kurt de her der spîçil bû.
Ji ber barîna teyrokê, li ser rêya navbera Qers û Selîmê ajokaran di çûn û hatinê de zehmetî dît.
Hinek ajokar ji bo ku xwe û otomobîlên xwe biparêzin li stasyonên sotemeniyê rawestiyan û li benda rawestîna teyrokê man.
Her wiha hat zanîn ku teyrokê zerer gihandiye zeviyên çandiniyê yên li herêmê.