Frankfurt (Rûdaw) - Ronî Keleş ligel hevjîna xwe Evîn Jiyan Ehmed, ya ku xelka Hewlêrê ye, li bajarê Almanya Frankfurtê dijî. Ji bo ew û zaroka wan bikaribin rojekê li Kurdistanê jiyana xwe berdewam bikin, wan beriya 2 salan li Şarê Zêrîn li Hewlêrê xaniyek kirrîn. Lê digel ku pereyê xaniyê xwe pêşin jî dane, wan hê jî mifteyê xaniyê xwe ji şirketê wernegirtine.
Hê jî ji Kurdistanê gellek kes dikevin nava hewldana xwegihandin û niştecihbûna li Ewropayê. Berovajî vê yekê jî, di xeyala gellek Kurdên li Ewropayê dijîn de jî vegera rojekê ya Kurdistanê heye. Lê xeyalên Ronî Keleş û Evîn Jiyan Ehmed yên di vî warî de zû şikestine.
Roja 26ê Adara 2011ê rojek taybet bû ji bo Ronî Keleş û hevjîna wî Evîn Jiyan Ehmed. Wan wê rojê ji projeya bi navê Şarê Zêrîn ya li Hewlêrê, ku girêdayî şirketa Swedish Star e, xaniyek kirrîn. Li gor herdu hevjînan wê demê birêveberên şirketê ji wan re gotin ku xanî wê di nava 5 mehan de radestî wan were kirin. Ji hêla din ve, di girebesta ku li ber dest e, dema radestkirinê xênî wekî 16 meh hatiye diyarkirin. Lê du sal di ser wê rojê re derbas bûne û ew hê jî nizanin wê kengî xanî radestî wan were kirin.
Nikarin xwe bigihînin şirketê
Ronî Keleş dibêje ku ew ji Sêrtê ye û hevjîna wî jî ji Başûr e û ji ber derfeta wan heye, wan dixwest li herdu parçeyên Kurdistanê xaniyekî bikirrin: “Ez hercar ji xizmên xwe re dibêjim, dema ez mirim, bila ez li Kurdistanê werim veşartin. Piştî ez teqewît bibim, dixwazim digel malbata xwe li Kurdistanê bijîm. Ji wê yekê min li welêt xanî kirrî. Bi taybetî me xwest ji bo keça xwe ya temenbiçûk wî xanî bikirrin.“
Keleş, ku ji temenê xwe yê ciwaniyê ve wekî wergêr li Almanyayê kar dike, dibêje ku ew naxwaze li welatê wî jî wekî welatên din mafên mirovan werin xwarin û wiha berdewam dike: “Ev welat bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin. Naxwazim îmaja welêt bi kiryarên 2-3 kesan xerab bibe. Ji bo min xanî ne giring e.“
Evîn Jiyan Ehmed jî diyar dike ku ji ber Hewlêr bajarê wê ye, wê bi taybetî xwestiye ku li Hewlêrê xanî bikirre û di siberojê de li wê derê bijî. Lê ji ber van pirsgirêkên rûdane ew tirsiyaye: “Ez li wê derê najîm û ji wê çendê dayika min diçe şirketê. Li wir hejmareke telefonê ji bo pêwendîdanînê didin dayika min û dibêjin wê piştî du heftiyên din telefonî wê hejmarê bikin. Em piştî du heftiyan telefonî hejmarê dikin lê telofona wan hercar girtî ye.“
Ji ber hevjînê xwe xemgîn e
Hevjîna Ronî Keleş, Evîn Jiyan Ehmed diyar dike ku wan bihîstiye xwediyê projeyê îflas kiriye û ji wê yekê rêza paş ya xaniyan neqediyan. Lê belê di vê bareyê de jî muxatabekî peyda nakin ku rastiyê ji wan re bêje. Evîn herwiha di aliyê hestan de jî şikestiye û wiha diaxive: “Ji bo min du caran nexweş e. Hem ji ber meseleya xênî û hem jî ji hevjînê xwe hatim şermê. Ew ji Bakurê Kurdistanê ye û me xanî li bajarê min li Hewlêrê kirrî. Ez gellekî tirsiyam. Bi hêvî bûm ku rojekê li Kurdistanê bijîm lê piştî vê meseleyê tirsiyam.“
Herdu hevjîn didin diyarkirin ku ya giring ji bo wan ew e ku rastî were gotin. Ew dibêjin bila demek diyar ji wan re were gotin, ewê êdî xeman nexwin.
Rûdawê xwe gihand Swedish Starê
Rûdawê ji bo derbarê babetê de xwe agahdariyên berfireh bistîne, xwe bi rêya telefonê gihand birêveberê şirketa Swedish Star a xwediyê projeya Şarê Zêrîn. Bi navê şirketê Necmedîn Heme Seîd li ser pirsa me diyar kir ku di girebestê de dema radestkirinê wekî 20 meh hatine destnîşankirin. Derbarê derbasbûna vî wextî de jî, birêveberê şirketê wiha axivî: “Mebest bi 20 mehan rojên kar in. Rojê betlaneyê û rojên din, ên wekî mînak baran bibare û mirov nikare kar bike, li ser van rojan nayên hesabkirin.“ Di berdewamiya axaftina xwe de Seîd got ku xwediyên xênî kengî bixwazin dikarin werin li xaniyên xwe temaşe bikin û ewê ji wan re dema radestkirina xanî diyar bikin. Piştî hevpeyvîna bi Necmedîn Heme Seîd re, bi armanca bersivdayina hinek pirsên nû, Rûdawê gellek caran hewl da ku dîsa xwe bigihîne Necmedîn Heme Seîd û birêveberên din yên şirketê. Lê keseke jin bi nîşandana gellek sedeman, wek telefon nakişîne, birêvebir ne li vir e, di demeke din bigerin, berpirs niha derketin û hwd. êdî pêwendiya Rûdawê bi berpirsên şirketa Swedish Star re dirust nekir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse