Êzdî vedigerin welatê bav û kalên xwe

Hewlêr (Rûdaw/Taraf) - Êzdiyên ku li Tirkiyê ne tenê 500 kes mane, li Midyadê ji bo vekirina yekemîn Perestgeha xwe, xwe amade dikin. Tê payîn ku wê bi hezaran Êzdî vegerin welatê xwe.        

Li Tirkiyê tenê 500 kes mane û ji bo vegera welêt gaveke girîng avêjtin.  Êzdiyên ku li Awrûpayê nêzî 6 hezar kesan in, di nav xwe de bi komkirina 1 milyon lîre (nêzîkî 700 hezar dolar) dema bihêne Tirkiyê ji bo cihekî lê bimînin û li dûv baweriyên Ezdayetî bikarin erkên xwe yên ayînî bi cih bînin mêhvanxaneyek çandeyî avakirin. Ev avahiya ku li navçeya Midyatê li gundê Bacinê  ku di Tirkiyê de gundê herî mezin yê Êzdiyan e hatiye avakirin, parêzgerê Mêrdînê û qeymeqamê navçeya Midyatê jî dê beşdar bibin. Yekemîncar e ku dewleta Tirkî di astê parêzger û qeymeqamiyê de beşdarî merasîmeke wisa dibin.   

Bi milyonekê hat avakirin

Ev mala mêhvanan û Çandeyî ya duqat ku li gundê Bacinê hatiye avakirin qatê serî ji bo ew mêhvanên ji derveyî welêt tên mêhvanxaneyeke 12 maxî hatiye durustkirin. Her du holên mezin ku li qatê xwarê hatine çêkirin jî, cihên ku cemawerê Ezdayî bikarin rewişt û gerdişên xwe lê biparêzin û li dûv baweriyên xwe bi rohilat û roava re bikarin erkên xwe yên ayînî bi cih bînin û cejnên xwe pîroz bikin. Ev mêhvanxaneya ku di du salan de durust bûye, Êzdiyên li Awrûpayê dijîn ku hejmara wan 6 hezar kes in, di nav xwe de pere komkirine û bi ev diravên komkirî ev mêhvanxane avakirine. Ev Mala mêhvan û îandeya Êzdiyan, di van salên pêş de, dê Kumbetek mîna Kumbeta Laleş ku Perestgeha Êzdiyan tê zanîn, bihête avakirin.   

Yekemîn Mala Çand û Baweriyê

Parlementerê Partiya Die Linke ya Almanî Alî Altanê Êzdî, piştî dazanîn ku ji serê 30 salan de ye ew Êzdiyên koçberî Almanyayê bûne dest bi vegera warên xwe û avakirina gundên xwe yên kavilbûyî kirine, axaftina xwe wisa domand: "Piştî derbederî û koçberiya bi deh salan ber bi Awrûpayê ve, yekemîncar e Maleke Çandeyî û Mêhvandariyê ya mêjûyî li gundekî wêranbûyî hat avakirin. Di rabûriya civaka Ezdayî de di hîç serdemekê de ji bo avakirina malên bawerî û çandeya wan rê nehatiye dayîn. Ew malên baweriyê ş çandeyî jî ku berê hebûn yek bi yek hatin rûxandin. Ji ber vê çendê wateya sembolîk ya vê malê ji bo me nirxekî pîroz e. Li Tirkiyê heta niha jî Baweriya Êzdiyan bi şêweyekî fermî nayê herêkirin. Di xaneya ayînî ya nasnameya wan de yan 0, yan x, yan jî nokte tê danîn. Ev jî bi şêweyekî fermî di nav welatiyan de nebûna wekheviya ayînê dest nîşan dike. Hêviya min ewe ku reftarên wisa nekamiya mirovan dikin û li dijî mafên mirovan in ji holê bêne rakirin û  dewlet bi rengekî yeksane nêzî tevaya baweriyan bibe. Daxuyaniya parêzer ya beşdarbûna vê merasîmê gaveke girîng e. Heger aştî wê bê damezrandin, divêt bê dîtin ku ew jî, bi demokrasiyeke ku ji bo her kesî derbas dibe bi cî tê. "   

 

Wargeha wan a pîroz li Başûrê Kurdistanê ye

Peyva Ezdayî peyvek Kurdî ye û di wateya "Xwedanas" de tê bikaranîn. Li dûv baweriya Êzdiyan, Melek-î Tawis berî heyînê hebû û bi destûra Xweda ji bo rêberiya Êzdiyan bike, di rengê mirov de hatiye rûzemînê. Pirtûkên wan yên pîroz ku bi Kurdî hatine nivîsîn, Cîlwe û Mishefa Reş in.

Erkên xwe yên ayînî bi rohilat û bi roava re bi cih tînin. Wargeha Êzdiyan ya pîroz li Başûrê Kurdistan e ku jê re Geliyê Laleş tê gotin. Ezdayetî, nevek ji hezar û yek navên Xweda ye ku di zimanê Kurdî de tê wateya " kesê afirandî, kesê hatiye afirandin. "