Cafer Êmînkî: Dergehê Sêmalka vekiriye û nehatiye girtin

04-08-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Cafer Êmînkî di bernameya Rûdawa Te ya Rûdaw TV de ragihand: “Nabe li rojavayê Kurdistanê ti kes û aliyek bi tenê rêveberiyê bike û rê li ber xelkê bigre. Ji ber despêkê xelkê şoreş kir, piştre çekdarên YPGê peyda bûn û kesên din ên çek hebûn paşguh xistin. Ew jî çekdarên PKKê ne.”

Cafer Êmînkî rexne li Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hêzên çekdarî YPGê girt ku bi tenê karûbarên rojavayê Kurdistanê birêve dibin. Êmînkî ragihand ku ev derveyî Peymana Hewlêrê ye û li gor wê peymanê pêwîst bû hemû karûbarên li rojavayê Kurdistanê bi hevbeşî di navbera PYD û ENKSê de bê rêvebirin. 

Berdevkê polîtburoya PDKê ragihand ku aliyek bi tenê nikare rojavayê Kurdistanê biparêze, birêve bibe û destkeftiyan biparêze. Êmînkî wiha got: “Siyaseta paşguhxistinê ku PYD peyrew dike, pirsa kurd li rojava nagihêne armancê û aliyek bi tenê nikare destkeftiyan biparêze.”

PYDê çend caran ragihandiye ku rê nadin ti hêzekî çekdarî ji bilî YPGê li rojavayê Kurdistanê hebe. PYD dibêje, Desteya Bilind a Kurd (DBK) ku ji EGRK û ENKSê pêk tê, YPGê wekî hêzekî leşkerî pejirandiye.  Lê 16 aliyên ENKSê vê yekê red dikin û dibêjin, wan biryar dane ku ji nû de ji bo rojavayê Kurdistanê hêzekê dirûst bikin û neku YPGê bikin hêzekî rewa li tevayî Rojava.

Niha rojavayê Kurdistanê ketiye ber êrişekî dijwar a hêzên Îslamî yên radîkal, ji ber van êrişan hêjmarek zêde ya welatiyên kurd ji aliyê van grûbên radîkal ve hatine girtin.

Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) ku partiyekî nêzî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye, ragihand ku ew amadene bi awayekî leşkerî rûbirûyê wan grûbên îslamî bibin û ji bo rojavayê Kurdistanê biparêzin. Lê heta niha jî PYD li ser wê yekê berdewame ku rê nede ti hêzek din li rojava bibin xwedî hêz.

Cafer Êmînkî di bersiva pirsa ‘Dema hun daxwaza beşdarbûna aliyan li rojavayê Kurdistanê dikin û gelo partiya we li başûrê Kurdistanê rê li aliyên din nagire ku beşdariya wan a siyasî hebe?’ wiha got: “Rewş cûda ye û berevajiye. Me daxwaz ji aliyên opozisyonê kiriye ku beşdarî pêvajoya rêvebirina welat bikin, nekû me rê li wan girtibe.”

Berdevkê polîtburoya PDKê Cafer Êmînkî derbarê girtin û negirtina dergehê Sêmalka yê navbera başûr û rojavayê Kurdistanê de jî wiha got: “Sînor ji bo armancên mirovî û çûyînhatinê li pêşiya xelkê vekiriye. Lê bikaranîna wî sînorî ji bo armancên bazirganî, pêwîstî bi rêkeftina du alî ya ligel kesên li aliyên din ê rojavayê Kurdistanê rêveberiya dergeh dikin ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê heye.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst