Gundiyên Elî Bedranê hê jî girêdayî ax û bîranînên xwe ne

04-08-2017
HUSÊN OMAR
Gundê Elî Bedranê
Gundê Elî Bedranê
Nîşan Gund Elî Bedranê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Gundê Elî Bedranê, yan jî gundê Elî û Bedrê ser bi Çilaxe ye. Nêzîkî 24 kîlometreyan dûrê bakûrê rojhilatê Tirbespiyê ye. Yek ji gundên herî kevin li vê herêma Rojavayê Kurdistanê ye. Li gorî gundiyan, gund ji 250 salî ve her ava ye.

 

Li gorî dîroknasên xwecihî, navê gund ji gora her du zanyarên civakî û olî Elî û Bedrê ku xwişk û birayê hev in, hatiye. Gora her du kesayetiyan heta vê gavê jî li gund e û wekî mezargehekê tê seredankirin.

 

Bi gotina nîştecihê gund, rejîma Sûriyê xwestibû dîroka gund bêşêwîne û nasnameya wî ya neteweyî binixûmîne, lewre îdîa dikir, ku Bedaran bavê Elî ye û ev gor a du kesên Elewî ye.

 

Tevgera kurdî ji bo pûçkirina van îdayan û parastina nasnameya resen a gund, çalakiyên rewşenbîrî wekî cejna rojnamegeriya kurdî li Elî Bedranê saz dikir. Ciwanî û bedewiya xwezaya gund jî, bi kanî û darûberên xwe şahiyên wiha, geş û xweş dikir.

 

Li vî gundî çar kanî hebûn. Du kanî jî zuha bûn lê dareke kevnar li ser banê kaniyekê ji wan, wekî şahidhalekî reseniya vî gundê kurd, hîn bejna xwe ya bilind li ba dike.

 

Ji ber rewşa xerab a Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, gundê Elî Bedranê jî wekî tevahiya gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê ketiye ber pêla koçberiyê, lê her hin nişteciyên gund girêdayî ax û bîranînên gundê xwe ne.

 

Gundên Rojavayê Kurdistanê ne tenê jêderkên behemên çandinî û xwarin û vexwarinê ne, lê belê ew çavkaniyên resen ên çand, kultur, folklor, ziman û gelek caran belge û peyitên şaristasnîtî û dîroka gelê Kurd in jî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst