Îkbal Durre: Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê aliyê xwe diyar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Pisporê peywendiyên navdewletetî Îkbal Durre ragihand ku Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, bi îmzekirina rêkevtina ligel kompaniya Delta Crescent Energy a Amerîkî di warî petrolê de aliyê xwe diyar kir ku xwe nêzîkî kê bike.

Pisporê peywendiyên navdewletetî Îkbal Durre ji Moskowê beşdarî bultena Rûdawê bû û têkildarî rêkevtina di navbera Rêveberiya Xweser û Kompaniya Delta Crescent Energy a Amerîkî de û helwesta Rûsyayê di vê mijarê de çi ye axivî.

Îkbal Durre diyar kir ku piştî peywendiyên leşkerî yên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê destpêkirina hevkariya aborî, ji bo pêgeha Kurdan a li Sûriyê, pêşhateyeke girîng e û wiha pê de çû: “Lê bila neyên jibîrkirin ku vê yekê hinek metirsiyên xwe jî hene. Kurdên li Rojava hewl didan ku di navbera xwe û hêzên li wê derê de ne hevsengiyeke hebe, lê piştî vê rêjkevtinê bi zelalî aliyê xwe diyar kir. Hinek sûdê wê hene. Diyar bû ku Amerîka li wê derê mayînde dibe.”

Derbarê helwesta Rûsyayê ya têkildarî rêkevtinê de jî Durre got: “Rûsyayê nerazîbûna xwe nîşan daye. Nûnerê Rûsyayê yê li herêmê derbarê vê yekê de daxuyanî da. Ew daxuyaniya fermî ya Rûsyayê te wateya ku ew bi erenî pêşwazî li wê rêkevtinê nakin. Hemû kes dizane eger Amerîka weke leşkerî li cihekê bimîne dixwaze di warî aborî de ji wê derê kontrol bike. Rûsya li hemberî vê yekê nerazî ne lê ew tiştek bû ku pêşbînî nedkirin. Rûsya dikare ligel her aliyê ku petrola derbixwe bixebite. Heta ku kompaniyên Rûsyayê dikare bi petrola ji wê derê tê derxistin bibe navbeynkar.”

Li ser pirsa “Eger peymanên Rûsya ser bigrin, dibe ku ji Tirkiyê bixwaze ji Efrîn û Serê Kaniyê û Girêspî derkeve?” Durre wiha axivî: “Ez ne di wê baweriyê de me ku di demeke nêzîk de Rûsyay daxwazê ji Tirkiyê bike ku ji herêmê derbikeve. Bêguman Rûsya dixwaze Tirkiye ji herêmê derbikeve, lê Tirkiye dernakeve.”

Rêkevtina Rêveberiya xweser û Kompaniya Delta Crescent Energy

Rêveberiya Xweser ligel kompaniyayeke di warê petrolê ya Amerîkayê de rêkeftinek îmze kiriye û ew gav jî bi agahdarî û piştîvaniya Washingtonê bûye.

Lihevkirin hefteya borî di navbera Rêveberiya Xweser û Kompaniyaya Delta Kirîsent Energy a Amerîkî hate îmzekirin, li gor rêkeftinê, kompaniya Amerîkî dikare berhemanînê li bîrên petrolê yên Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de zêde bike û petrolê jî bifroşe.

Yek ji wan xalên taybet yê rêkeftinê ew e ku bi agahdariya Rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump û hejmarek ji endamên kongires û piştevaniya Washingtonê ye.

Herwiha li gor zanyariyên Rûdawê ew girêbest ji aliyê Hevserokê Rêveberiya Xweser Ebid el Mihbaş ve jî hatiye îmzekirin û bo dema 25 salan dê derbasdar be.

Ev yek roja 30 mehê jî li Kongiresa Amerîkayê hat gotûbêjkirin û Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo li pêşiya Komîteya Peywendiyên Derve ya Encûmena Pîran axivî.

Senatorê Komariyan Lindsey Graham ji Mike Pompeo pirsî: “Ez duh ligel general Mazlûm Evdê axevîm, diyar e wan lihevkirinek ligel kompaniyayeke Amerîkî îmze kiriye ji bo pêşxistina bîrên petrolê li Bakurê rojhilatê Sûriyê, gelo hûn piştevaniyê li wê gavê dikin? Ew rêkeftin dê baş be ji bo alîkariya hemû kesên li Bakurê Rojhilatê Sûriyê?”

Pompeo jî diyar kir ku ew piştevaniya wê rêkevtinê dikin û got: “Ji bo îmzekirina rêkevtinê me hêviya demeke zêdetir dikir,  lê niha di qonaxa cîbicîkirinê de ye û dibe ku gelekî baş be.”

Amerîka ne tenê piştîvaniya rêkeftinê di navbera kompaniyayê û Rêveberiya Xweser de dike, di heman demê de bi xwe jî hinek pêngavan davêje, ji wan jî peydakirina du parzûngehan bo Rêveberiya Xweser.

Berî destpêkirina şerê navxwe yê Sûriyê di sala 2011ê de, hikûmeta Sûriyê nêzîkî 380 hezar bermîl petrol rojane berhem dianî. Beşê herî zêde yê petrola Sûriyê ji navçeya Rimêlana Rojavayê Kurdistnê û Dêrezorê ye, ku niha li jêr destê Rêveberiyêa Xweser de ye.

Berpirsên Amerîkayê jî çend caran ragihandinine, artêşa welatê wan nêzîkî kêlgehên petrolê yên li navçeyên li jêr desthilata Rêveberiya Xweser de dibin û rê nadin ku bîrên petrolê  bikevin destê DAIŞê yan Rêveberiya Beşar Esed an jî hêzeke din.

Tirkiye li dijî rêkevtinê derket

Wezareta Derve ya Tirkiyê bi rêya daxuyaniyekê helwesta xwe li hemberî peymana petrolê ya Amerîka û Rêveberiya Xweser eşkere kir û got, PKK-YPG bi wê yekê dest datînin ser çavkaniyên sirûştî yên xelkê Sûriyê.

Tirkiyê, idia dike ku tu hesabek ji yasayên navdewletî re nehatiye kirin û ew rêkeftin zirarê digihîne yekpariya axa Sûriyê û serweriya wî welatî û dibe piştgiriyek ji bo terorê.