Koye - Topeke serdema Beasê bi zarokekî de teqiya: Çavê xwe ji dest da
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Koyeyê ya Hewlêrê topeke hawanê ya serdema Beesê bi zarokekî de teqiya û çavekî xwe ji dest da.
Doh li Koyeyê dema zarokekî 12 salî bi topeke hawanê ya ku ji serdema rejîma Beasê maye dilîst teqiya.
Alîkarê Birêvebirê Tenduristiya Koyeyê Şêrwan Celal li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Şêrwan Celal diyar kir ku dema zarokê 12 salê yê bi navê Evdulrehman Ebdulxaliq li nêzikê baregeha Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) bi topeke hawanê dilîst top pê de teqiya.
Di encama teqînê de zarokê 12 salî çavekî xwe winda kir û ji dest û lingên xwe birîndar bû.
Tîmên tenduristiyê wî zarokî bir nexweşxaneyeke Hewlêrê.
Li gorî agahiyên Rûdawê, hêzên ewlehiyê li heman cihî topeke din a hawanê dîtiye.