Li Riha û Mereşê qezayên trafîkê: 10 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Mereş û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê di du qezayên cuda yên trafîkê de bi giştî 10 kes birîndar bûn.

Mereş

Li parêzgeha Mereşê otomobîla polîsan û otomobîleke din li hev qelibîn. Di encamê de 2 jê polîs 5 kes birîndar bûn.

Qeza li meydana Prof. Dr. Necmettîn Erbakan pêk hat. Li ser agahdarkirinê polîs û  tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Birîndar bi ambulansan bo nexweşxaneyên bajêr hatin veguhastin.

Riha

Li navçeya Eyûbiyê ya Rihayê jî du otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyên bajêr.

Hat zanîn ku rewşa yek ji birîndaran giran e.