Li Xarpêtê zilamekî pismamê xwe kuşt
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê zilamekî bi demançeyê pismamê xwe kuşt.
Li gorî zanyariyan îro li Taxa Sugozuyê ya Xarpêtê ji ber sedemeke nehatiye zanîn di navbera F.E.yê 37 salî û S.E.yê 29 salî de ku pismamê hev in nîqaş derket.
Di encama nîqaşê de her du pismamam pev çûmr û S.E. bi demançeyê F.E. kuşt.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîmên tendursitiyê termê F.E. ji bo karên otopsiyê bir morga Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê.
S.E. jî li cihê bûyerê ji aliyê cendirmeyan ve hat desteserkirin.