Gergerlîoglu: Eger li Sûriyeyê lihevkirin çênebe dê pêvajoya çareseriyê têk biçe

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterekî DEM Partiyê Omer Faruk Gergerlîoglu got ku eger Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan neyê berdan jî, dê pêvajoya çareseriyê serkeftî be.

Gergerlîoglu her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku eger derbarê statuya Kurdan de li Sûriyeyê lihevkirin çênebe, dê pêvajoya çareseriyê li Tirkiyeyê têk biçe.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu bû mêvanê bultena Rûdawê û derbarê bipêşketinên dawî yên pêvajoya çareseriyê de axivî.

Gergerlîoglu got, "Eger em li gel desthilatê rûnên û gotûbêjê bikin, ez bawer im em dikarin vê bêbaweriyê derbas bikin.

Eger em têkiliyên xwe bi pêş bixin, em dikarin hinek gavan biavêjin."

Parlamenterê DEM Partiyê da zanîn ku eger Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan neyê berdan jî, dê pêvajo serkeftî be û got:

"Ocalan bi xwe negotiye ku ji bo serxistina pêvajoyê divê ez bêm berdan lê belê rewşa wî ya li Îmraliyê dikare baştir bibe."

"Eger li ser statuya Kurdan lihevkirin çênebe dê pêvajo têk biçe"

Derbarê bandora bipêşketinên Sûriyeyê yên li ser pêvajoyê, Gergerlîoglu amaje bi wê yekê kir ku eger li ser mijara statuya Kurdan a li Sûriyeyê lihevkirin çênebe, dê pêvajoya çareseriyê li Tirkiyeyê têk biçe û wiha anî zimên:

"Bipêşketinên li Sûriyeyê cihê dilgiraniyê ne. Eger li Sûriyeyê lihevkirin çênebe, pêvajoya Tirkiyeê têk diçe. Ev yek gelekî bi zelalî tê dîtin.

Di pêvajoya yekem a çareseriyê de jî, dema her tişt baş diçû, pirsa Sûriyeyê derket holê û pêvajo têk çû.

Di vê pêvajoyê de jî, eger li Rojava û Sûriyeyê derbarê bidestxistina statuyekê de lihevkirin çênebe, ez bawer nakim ku pêvajoya Tirkiyeyê bi pêş ve biçe."

Pêvajoyên çareseriyê

Di sala 2013an de pêvajoya çareseriyê li Tirkiyeyê ji bo bidawîkirina şerê çend dehsalan ê di navbera PKK û wî welatî de dest pê kir û heta sala 2015an berdewam kir.

Pêvajoya çareseriyê ya vê carê li Tirkiyeyê di Çiriya Pêşîn a sala borî de bi destpêşxeriya Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî dest pê kir.

Bi mebesta serxistina pêvajoyê, Abdullah Ocalan di 27ê Sibata îsal de daxwaz ji partiya xwe kir ku kongreyê li dar bixe, xwe fesix bike û çekan deyne.

PKKyê di navbera 5-7ê Gulana îsal de, kongreya xwe ya 12emîn saz kir û biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî û xwefesihkirinê da.

Roja 11ê Temûza îsal, 30 gerîlayên PKKê di merasîmekê de li Şikefta Caseneyê li navçeya Sûrdaş a ser bi parêzgeha Silêmaniyê, bi awayekî sembolîk û wek "nêtpakiyekê" çekên xwe şewitandin.