Termê Alan li Kobanî hat veşartin
Kobanî (Rûdaw)- Termên Alan, birayê wî Xalib û dayîka wî Reyhane yên ku li ser rêya Ewropayê jiyana xwe ji dest dabûn, li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê hatin veşartin.
Li gorî agahiyên Rûdawê, di merasîmekê de, li bajarê Kobanî termê Alan û birayê wî û dayîka wan hatin veşartin.
Di wê merasîmê de 3 parlamanterên CHPê di wê merasîmê de amade bûn.
Bavê Alan (Ebdullah) û rêveberên kantona Kobanî ya PYDê di wê merasîmê de gotar pêşkêş kirin.
Alan û dayîk û birayê xwe weka şehîd hatin dîtin û li Goristana Şehîdan hatin veşartin.