Kobanî (Rûdaw)- Bavê Alan û Xalib û hevjînê Reyhana, yên ku li ser rêya Ewropayê xeniqîn, li ser tirbên wan axivî û behsa çîroka xwe kir.
Termên Alan, Xalib û dayîka wan Reyhane li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê di merasîmekê de hatin veşartin.
Alan û dayîk û birayê xwe weka şehîd hatin dîtin û li Goristana Şehîdan hatin veşartin.
Bavê Alan, Ebdullah wiha got: “Piştî ku em li belemê siwar bûn bi 4 deqeyan û em gihîtin nava deryayê, şepolên deryeyê pir bilind bûn. Destpêka ku li me da ajovanê tirk xwe avêt nava avê û vegeriya kenarê derya û em hemû li şûna xwe hiştin.”
Ebdullah behsa dema mirina hevjîn û zarokên xwe kir û wiha got: “Min xwe girt û bi zarok û hevhîna xwe girt, lê tiştekî din ji destê min nedihat. Di serî de Xalib mir û piştre Alan û piştre jî hevjîna min jiyana xwe ji dest da.”
Roja Çarşemê termê zarokekî xeniqî li ser kenarê Bodrum hat dîtin. Wêneyê wî zarokî bilez li ser torên civakî hat belavkirin û hemû cîhan hejand.
Piştî belavûna wêneyê Alan, ku ligel birayê xwe û dayika xwe xeniqîn, eşker bû ku ew xelkê bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ne û tenê bavê wan rizgar bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse