Bi roketan êrişî lojmanên polîsan kirin
Navenda Nûçeyan – Li bajarê Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê gerîlayên PKKê bi roketan êrişî lojmanên polîsan kirin.
Rêveberiya Ewlekariya Sêrtê ragihand, duh şev derdora saet 23.10ê êrişa bi roketanli lojmanên “Şehîd Selim Terzioglu” hat kirin.
Li gor daxuyaniya roket li dîwareke xaniyeke vale ketiye û di encamê de ti ziyanên canî çênebûye û tenê agir derketiye.”
Li herêma bûyerê asta ewlekariyê hat zêdekirin û ji bo kesên êriş kirî operasyonên dest bi kiriye.