Li Mûşê hemû cure çalakî hatin qedexekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê, bo dema 15 rojan hemû cure çalakî hatin qedexekirin.

Parêzgeriya Mûşê, bi daxuyaniyekê aşkere kir ku li wî bajarê Bakûrê Kurdistanê, xwepêşandan, civîn, konferansên rojnamevaniyê û hemû cure çalakiyên din qedexe ne.

Li gor daxuyaniyê, ew qedexe dê bo heyama 15 rojan li sînorê wê parêzgehê berdewam be.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku qedexe 5ê Îlonê dest pê dike û heta 19ê Îlonê berdewam dike.

Parêzgariya Mûşê herwiha derbarê sedema biryara qedexeyê de jî ragihandiye, ku li hindur û derveyê Tirkiyê operasyon birêve diçin û dibe  di heyama van operasyonan de çalakî bên encamdan û ev çalakî bên ‘provekirin’ û ji ber hindê ev biryar hatiye dayîn.

Pêştir di 21ê Tebaxê de jî bo heyama 15 rojan pêkanîna hemû cure çalakiyan hatibûn qedexekirin.

Wê demê jî parêzgariya Mûşê weke sedem bo qedexeyê ragihandibû ku li dijî PKKê li wê herêmê operasyon birêve diçin û ji bo parastina ewlehiya navçeyê, ew biryar hatiye dayîn.

Gelek caran li bajarên Bakûrê Kurdistanê, ji ber encamdana operasyonên li dijî PKKê, hikûmeta Tirkiyê, qedexeyên derketina derve radigihîne.