Şervanên Kurd keçeke Êzdî piştî 9 salan rizgar kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Di berdewamiya operasyona li kampa Holê de, ku Asayişa Rojavayê Kurdistanê roja 25ê Tebaxa îsal bi piştgiriya HSD, YPG û YPJ daye destpêkirin, piştî 9 salan şervanên Kurd keçeke Kurd a Êzdî dîtin. Şervanên Kurd ew keça Êzdî ji nav kampê derxistin û veguhestin navendeke xwe.

Asayişa Rojavayê Kurdistanê bi piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi armanca desteserkirina kesên tohmetbar ên ser bi DAIŞê ve di 25 Tebaxê de qonaxa duyemîn a operasyona "Mirovî û Ewlehiyê" li Kampa Holê destpê kir ku heta niha didome.

Di çarçoveya operasyonê de heta niha bi dehan endamên şaneyên nihênî yên DAIŞê hatine girtin û çendîn tunelên DAIŞê jî li nav kampê hatine aşkerekirin, herwiha bi dehan kon li nav kampê hatine rakirin, ku Asayişa Rojavayê Kurdistanê dibêje, “DAIŞê ew kon weke cihên xûlan û dadgehan bikar dianîn”.

Îro Yekşembê 4ê Îlona 2022an di 11mîn roja operasyona li kampa Holê de, hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û şervanên YPJê keçeke Kurd a Êzdî bi navê Wefa Elî Ebas (18 salî) ji kampa Holê rizgar kirin.

Wefa Elî Ebas xelka Şingalê û ji gundê Koço ye, roja 3 Tebaxa sala 2014an ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû revandin.

Li gor agahiyan, ew keça Êzdî di 9 saliya xwe de bi xwîşka xwe ya ker û lal a 13 salî re ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn revandin û bi zorê ew bi gelek çekdarên DAIŞê re hatibûne zewicandin.

Keça Kurd a Êzdî, Wefa behsa roja revandina xwe ji aliyê DAIŞê ve dike û dibêje, destpêkê DAIŞê ew biribûn Musilê piştre biribûn Reqayê û li wê derê çekdarên DAIŞê ew û xwîşka wî û gelek keçên din ên Êzdî firotibûn.

Wefa digirî û dibêje, çekdarekî DAIŞê ew kirî, çekdrekî din jî xwîşka wê kirî, piştre ew ji xwîşka wê cuda kirin, tevî ku xwîşka wê nedibihîst û nediaxivî, lê dîsa jî bi zorê ew birin û destdirêjî lê kirin.

Wefa wiha behsa çîroka jiyana xwe dike, “Navê min Wefa Elî Ebas e, ji gundê Koço me. Niha temenê min 18 sal in. DAIŞê em birin û em li kampa Mûsilê kom kirin û ji parka Mûsilê veguhestin Reqayê, û li Reqayê her kes dihat û destdirêjiya seksî li me dikir. Kirîn û firotin bi me dikirin.Gelek Êzdî bi min re hebûn, xwîşka min jî bi min re bû. Yekî xwîşka min bir û yekî din jî ez ji xwe re birim. Xwîşka min kerr bû, baş nedibhîst. Xwîşka min birin, piştî wê bi rojekê, ez jî birim. Yekî ez ji xwe re birim, hema bêje mehekê yan nîv mehê li cem wî mam, piştre ez firotim yekî din û li cem wî jî qey ez mehekê mam, wî jî ez firotim. Yekî em difrotin yekî din.”

Keça Kurd a Êzdî behsa dawî zewaca xwe ya bi çekdarekç DAIŞî re dike û dibêje, “Li gel Ebû Ehmed zewicîm. piştî 7 mehan em hatin kampê. Ebû Ehmed bo zindanê hat şandin û ez û hewiyên xwe em hatin kampê. YPJê alîkariya me kir û em ji nav DAIŞiyan derxistin. Ez dixwazim vegerim nav malbata xwe. Ez ji kampa Holê derketim.”

Piştî rizgarkirina wê keçê, îro şandeke YPJê û Asayişa Rojavayê Kurdistanê serdana keça Kurd a Êzdî Wefa Elî Ebas kir. Di serdanê de Fermandara Meclisa Leşkerî ya herêma Cizîrê, Evînar Dêrik ragihand, “Me keça Êzdî Wefa Ebas di dema Pêngava Ewlehî û Mirovî de dît, ku gef lê hatibû xwarin nasnameya xwe eşkere neke.”

Evînar Dêrik bi gotina “ev ne cara yekemîn û keça yekemîn e ku ji dest DAIŞê tê rizgarkirin” diyar kir ku çekdarên DAIŞ bi van kiryarên li dijî jinên Êzdî hewl didan ku wan ji nasname û dîroka wan dûr bixin û destnîşan kir, DAIŞ di wan hewldanên xwe de serkeftî nebû.