Ji dayîka li ser çêleka xwe digiriya re çêlekek din diyarî kirin
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Şaredariya Etimesgutê, ji bo Nafiya Bîlîcan a bi saetan li ber serê çêleka xwe ya telifî digiriya, çêlekek diyarî kir.
Li navçeya Geverê ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê jina bi temen û nexweş Nafiya Bîlîcan a 65 salî bi saetan li ber serê çêleka xwe ya telifî giryabû, dîmenên wê duh li ser medyaya civakî hatin belavkirin.
Nafiya Bîlîcan bi awayekî dilkul digot ew çêlek tekane deriyê dahata wan bû û neviyên xwe pê wê çêlekê xwedî dikir.
Îro Serokê Şaredariya navçeya Etimesgutê ya Enqerê çêlekek bi rêya Şaredarê Bajêrgeyê diyariya wê kir.
Şaredarê Bajêrgeyê Dirbaz Buyuksu îro çêlek radestî Nafiya Bîlîcan kir û spasiya Şaredarê Etimesgutê Enver Demirel kir destê hevkariyê dirêj kiriye.