WAN - 2 otomobîl li hev qelibîn: Mirî û birîndar hene!
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Erdîşê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê 2 otomobîl li hev qelibîn.
Di bûyerê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 4 kes birîndar bûn.
Li ser rêya Wan-Erdîşê 2 otomobîl li hev qelibîn di bûyerê de kesên bi navê Mustafa Îşgor û Emîne Buyuktepeyê canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirina tîmên tenduristiyê, cendirme, Parastina Sivîlan û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê mirî û birîndar birin nexweşxaneyên Wanê.
Derbarê rewşa birîndaran de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.
Li ser rêya Wan-Erdîşê 2 otomobîl li hev qelibîn
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 4, 2024
2 kesan canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn pic.twitter.com/Yo0cCIDGmx