Li Erziromê birûskê li bav û kur xist û her du jî mirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bardîzê ya parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê birûskê li bav û kurê wî yê ku li zozanan pezê xwe diçêrand xist, her du jî mirin.
Birûskê li Abdulmenaf Kisakê 51 salî û kurê wî Bayram Kisakê 14 salî yên ku li şivantî dikirin xist.
Li ser agahdarkirinê kesên derdorê, tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê tesbît kir ku bav û kurê wî li cihê bûyerê mirine.
Tîmên tendursitiyê cenaze piştî lêkolîna li cihê bûyerê veguhastin morgê.