Piraniya çemên Rojavayê Kurdistanê ziwa bûne
Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber hişkesaliya tund a îsal, piraniya çemên li Rojavayê Kurdistanê ziwa bûne û vê yekê zerereke mezin gihandiye jîngeh û sektora çandiniyê.
Ziwabûn û hişkesalî Rojavayê Kurdistanê li ser hemû aliyên jiyanê bûye gefeke mezin.
Bi sedema kêmbûna baranê piraniya çem û rûbaran ziwa bûne.
Çemê Efrînê
Çemê Efrînê îsal cara ewil e hema hema bi temamî ziwa bûye.
Di encamê de bi hezaran hektar erd ji avdanê bê par mane û ji bo pez û dewaran jî av nemaye.
Çemê Ceqceqê
Li Qamişlo û gundewarên wê jî Çemê Ceqceqê ziwa bûye, ava paqij tê de nemaye û tenê ava qirêj a avrêjan diherike.
Ev rewş hem dibe sedema pîsbûna hewayê, hem jî zererê digihîne tenduristiya xelkê ku berhemên bi wê avê hatine avdan bi kar tîne.
Li Hisîçayê (Hesekê) jî Çemê Xabûrê ziwa bûye û tenê ava avrêjan tê re diherike.
Ev av ji bo avdana bax û baxçeyan tê bikaranîn.
Ji ber vê yekê par li Hisîçayê 780 zarok û 270 mezin bi nexweşiya zikçûnê ketin.