Rêveberiya Xweser Qendîla Mewlûdê pîroz kir: Em wekî çavkaniya îlhamê dibînin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bi boneya Qendîla Mewlûdê peyameke pîrozbahiyê belav kir û got, “Em vê boneyê wekî çavkaniya îlhamê ji bo projeya xwe ya li ser bingeha biratiya di navbera gelan de dibînin."

Îro 4ê Îlonê ango li gorî salnameya Hîcriyê 12ê Rebiî Yekem, roja jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed e.

Rêveberiya Xweser îro, bi wesîleya rojbûna Hezretî Mihemed peyamek weşand.

Di peyamê de rojbûna Hezretî Mihemed li tevahiya Misilmanên li Sûriye, Rojavayê Kurdistanê û cîhanê û hat pîrozkirin.

"Nirxên dilovanî, evîn û jiyana hevbeş"

Rêveberiyê da zanîn, "Ev bone bîranînek ji bo nirxên dilovanî, evîn, û jiyana hevbeş e ku di peyama Hezretî Pêxember de hatine destnîşankirin.

Em vê boneyê wekî çavkaniya îlhamê ji bo projeya xwe ya li ser bingeha xweşik û biratiya di navbera gelan û hevgirtina mirovan de dibînin."

"Em soz didin gelê xwe"

Di dewama peyamê de hat gotin:

"Di vê roja pîroz de, em pabendbûna xwe bi prensîbên edalet û aştiyê nû dikin.

Em soz didin gelê xwe ku em dê xebata xwe ji bo avakirina civakek demokratîk bidomînin ku bi nirxên jiyana hevbeş û rêzgirtina hevbeş tê rêvebirin, dûrî ji parçebûn û nefretê ye.

Her sal di nav xêr û xweşiyê de bin. Xweda vê boneyê ji her kesî re bike wesîleya ewlehî, aştî û hezkirinê."