Bafil Talebanî ji bo rojbûna Pêxemberê Îslamê peyamek belav kir
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî ji bo rojbûna Pêxemberê Îslamê (Mewlûd) pîrozbahî li Misilmanên Kurdistanê û cîhanê kir.
Îro 4ê Îlonê ango li gorî salnameya Hîcriyê 12ê Rebiî Yekem, roja jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê Mihemed e.
Bafil Talebanî di peyama xwe de hêvî xwest ku “ev roja pîroz ji bo aramî û bipêşketina welat û xizmeteke zêdetir ji bo gelê me re, bibe wesîleya vejandina nirxên bilind ên ola Îslamê û bihêzkirina ruhê yekîtî û biratiyê.”
Li Herêma Kurdistanê rojbûna Pêxemberê Îslamê her sal bi çalakiyên curbicur tê pîrozkirin.
Berdevkê Wezareta Ewqaf û Kar û Barên Diyanetê Nebez Îsmaîl ji Rûdawê re axivî û behsa çalakiyên ku dê werin kirin kir.
Berdevkê Wezareta Ewqaf û Kar û Barên Diyanetê Nebez Îsmaîl got:
“Li navenda bajêr merasîmeke mezin tê lidarxistin û hunermendên navdar beşdar dibin.
Hemû mizgeftên Hewlêrê hatine xemilandin û xwarin û şîranî bê pere li xelkê tên belavkirin.”
Li gorî agahiyên Nebez Îsmaîl, Wezareta Ewqaf û Kar û Barên Diyanetê dê di 30 rojên mehê de li seranserî Herêma Kurdistanê çalakiyên curbicur li dar bixe.