Li Rihayê kesekî birayê xwe kuşt
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê zilamekî bi demançeyê birayê xwe kuşt.
Li gorî agahiyan, şeva borî li taxa Devteyştiyê ya Rihayê di navbera Ahmet Y.yê 48 salî û birayê wî Alî Y.yê 59 salî de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.
Di encama nîqaşê de Ahmet Y. bi demançeyê birayê xwe Alî Y. kuşt û ji cihê bûyerê reviya.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê termê Ali Y. bir morga Saziya Bijîşkiya Dadî ya Rihayê.
Ahmetê ku ji cihê bûyerê reviya ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.