TAYBET - Salih Mislim: Ez bi Alîkarê Wezîrê Karên Derve re axivîm, Erdogan agahdar e
Endamê Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim ji Rûdawê re ragihand ku ew bi Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê re axiviye û Erdogan ji vê rewşê agahdar e.
Salih Mislim behsa hurgiliyên hevdîtinê kir û got, “Ewên li jêr, hemû yên îstixbaratan bûn, yên nizanim çi bûn, balyoz bûn. Asta ku digihiştinê, Ferîdun Sînîrlîoglu bû, wê çaxê Alîkarê Wezîrê Karê Derve bû, piştre jî bû nûnerê Tirkiyeyê li Neteweyên Yekbûyî, eger ez ne şaş bim, berî çendakî jî xanenişîn bû. Êdî ew kesê ku me mêvanî û mazûvanî pê re dikir, hemû ew bû, wê çaxê Ahmet Davutoglu, Wezîrê Karê Derve bû. Recep Tayyîp Erdogan wê çaxê Serokwezîrê Tirkiyeyê bû, hata wan hemûyan jê hebû. Ferîdun Sînîrlîoglu got ev hatinên te û dan ûs tandinên te û gotinên ku em dikin, weke ku heye diçe ji wan re, haya wan jê heye.”
Salih Muslim diyar kir ku ew şer naxwazin û ji bo şer jî amade ne û wiha got, “Binêre, niha em nikarin bêjin tune ne, rewşa ku niha Rojhilata Navîn tê re derbas dibe, guhertina her tiştekî mumkun e, her ihtîmal heye. Li aliyekî Tom Barrack, kes nizane wê sibe çi biryarê bide, ji aliyekî din ve Erdogan wê çi bike ne diyar e, rast û çepê wî ne diyar e. Ji aliyekî din ve Ehmed Şeri, her kes paşîneya wî dizane û yên derdora wî dizanin hatiye çi. Di vê rewşa wiha de tu neçarî her tim, ji bo xweparastinê amade bî, amadekariyên te hebin ji bo tu xwe biparêzî.”
Endamê Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin:
Rûdaw: Temaşevanên hêja dema we xweş be, min ji we re hevpeyvîneke din amade kiriye, ev hevpeyvîn bi rastî gelekî cuda ye, gelekî taybet e, ji ber ku cara yekemîne mêvanê min Salih Mislim e, Bavê Welat e, Endamê Encumena Serkirdayetiya PYDyê ye, soz dabû min ku hevpeyvînê bi min re çêbike, soza xwe bi cî anî. Bavê Welat tu bi xêr hatî. Kêfa min gelekî hat.
Salih Mislim: Nav xêrê de bî, ji bo we ji bo xebatkarên we.
Rûdaw: Ez pir kêfxweş bûm bi rastî.
Salih Mislim: Wela em jî kêfxweş in.
Rûdaw: Min tu li Hesekê dîtî, li Rojavayê Kurdistanê, wê demê te sedî sed soz neda min lê di dilê min de hebû ku ezê hevpeyvînê bi te re çêbikim, xelkê Kobanî soza xwe naxwin ne?
Salih Mislim: Wela Kobanî bi wê meşhûr in, bi qafhişkiya xwe meşhûr in.
Rûdaw: Lê hêdî hêdî qafê me nerm dibe.
Salih Mislim: Heqî hebe nerm dibe.
Rûdaw: Bavê Welat, me behsa Kobanî kir, dema diçî goristana şehîdan li Kobaniyê, şehîdên ji her çar parçeyên Kurdistanê di goristanê de dibînî, Pêşmergeyek şehîd bû, Pêşmerge li gel şervanan û bi alîkariya Hevpeymanan Kobanî rizgar kirin. Kobanî Kurd kirin yek bi rastî.
Salih Mislim: Ne tenê yek, lê taybetmendî û şerê Kobanî ji gelek aliyan ve bandora xwe li ser asta civakê û navneteweyî û neteweyî hebû.
Rûdaw: Me got Kobanî berê Kurdan da yekîtiyê, ji her çar parçeyên Kurdistanê Kurd li Kobaniyê kom bûn. Bavê Welat, niha Kurd li Rojavayê Kurdistanê ber bi yekbûnê ve diçin yan ber bi ji hev dûreketinê ve diçin?
Salih Mislim: Ne li Rojava tenê, me got Kobanî destpêkek bû, Pêşmerge û YPG bi hev re bûne yek, wê demê Hêzên Sûriyeya Demokrat nebû, wê demê milet kêfxweş bû, hêviyên milet mezin kirin. Wê demê şehîdên ji her çar parçeyên Kurdistanê ew kirine yek. Yanî bangewaziya ku Rêber Apo kirî û milet ji her çar aliyên Kurdistanê hatin Kobaniyê, Kobanî gelê Kurd kire yek. Ji wê demê ve herî kû derê ew bûne yek.
Niha maye li ser me, dema em dibêjin yekîtî dibe hinek kes xweşik tênegihên, yanî yekîtî nayê wateya yekîtiya partiyên siyasî. Yekîtî yekîtiya gel em dibêjin, her civakek saziyên xwe hene û partiyên siyasî jî yek ji wan saziyan e, wekî din civak bi xwe civakek rêkxistinkirî ye. Saziyên xwe hene, cihên xwe hene navendên xwe hene, kar û xebatên xwe hene, ev hemû yek in, dibine yek ji hev nêzîk bûne. Gelê Kurd bi giştî bi dilê xwe li Kobaniyê ye û ev jî taybetmendiya Kobaniyê ye. Maye partiyên siyasî heta li hevdû bikin.
Rûdaw: Hîn partiyên siyasî li hev nekiriye Bavê Welat?
Salih Mislim: Li hev kirine belê, lê di vir jî hinek kes şaş têgihştine, di hizira wan de divê tevahiya partiyên siyasî yek gotinê bêjin lê ne wiha ye. Mesele yekrêzî hebe. Yanî niha li kîjan welat û kîjan dewletê be, li zagona partiyan binêre, her partiyek zagona xwe heye, tê de tê ka çawa em dikarin xizmeta vî miletî bikin, çawa em dikarin xizmeta vê dewletê bikin, yanî armancên wan hene lê yên me yên Kurdan tune ne, pirsgirêka me di vir de ye.
Yanî dema em dibêjin bila xetên me werin naskirin û partiyên me di hundir wir de kar bikin. Niha li Rojava 22 partiyên me hene hemû dibêjin em dixwazin Rêveberiya Xweser biparêzin, temam wan hevrêziyek heye. Em dixwazin ev hevrêzî li Kurdistanê hemû çêbibe. Yan na yekîtî hema ji bo partiyên siyasî, wekî din saziyên civakî hene, saziyên abûrî hene û yên olî hene, armanca wan hemûyan yek be û ka em çawa bikarin vî welatî û vî miletî biparêzin.
Rûdaw: Tu behsa partî û saziyên rêveberiya xweser dikî lê li derveyî Rêveberiya Xweser û PYD partiyên din hene Bavê Welat. Ji bo nimûne partiyên Encumena Niştîmanî ya Kurdî (ENKS) hene û partiyên li derveyî we û Encûmenê hene. We li Qamişlo Konferanseke mezin li dar xist hemû partî têde amade bûn we biryar dan.
Salih Mislim: Temam, ev ji bo hevrêziya me ye. Ev tişt li Konferansa Kurdî çêbûyî li Qamişlo, me ji mêj de dixwest çêbibe. Em dixwazin ev yek fireh bibe û li Kurdistanê bi giştî çêbibe.
Rûdaw: Ew biryar wê kengî bi cî bibin? Heta niha biryarên wê Konferansê nehatine bicihanîn?
Sailh Mislim: Gelo ma cîbicîkirin çawa ye? Ez vê yekê fêm nakim, va ye biryar tên cîbicîkirin û dema tevgera dan û standinên bi Şamê re çêbibe, wê demê hemû wê li gorî prensîban tevbigerin.
Ji berê de jî ev yek heye, yê dijmin wê bixwaze me ji hev bidize lê eger çûne cem yek ji partiyan û jê re gotin em dixwazin hevpeymanekê bikin, bê guman hevpeymana me çêbûye û me li hev kiriye û em amade ne, divê ev girêdan û rêzgirtina bi wê re pêk were.
Rûdaw: Bavê Welat, hûn neçûne Şamê, Şanda Kurdî neçû Şamê.
Salih Mislim: Wê herê. Daxwaz kirine û li benda bersiva wan e. Ji xwe ew xwe didin vî alî û vî alî naxwazin van tişta pêk bînin.
Rûdaw: Şam pêşwaziya Şanda Kurdî dike yan na? Amade ye pêşwaziyê li Şanda Kurdî bike?
Salih Mislim: Soz dane wê bikin, erê. Dibêjin jî. Şer bi xwe jî got, got em dê bikin. Lê vêca maye ew bi xwe jî li hevdû bikin. Pisrgirêk ne ji me ye. Pirsgirêk li cem wane.
Rûdaw: Yanî hûn ji bo çûna Şamê amade ne?
Salih Mislim: Belê, komîte jî amade ye û nav lê hatiye kirin, hevserokên komîteyê hazir in û şand kî ne her titş amade ye û eşkere ye.
Rûdaw: Heta niha hûn neçûne Şamê û Şamê pêşwazî nekiriye, we zextek daniye ser Şamê? We bi xwe daxwaz ji Şamê kiriye ku pêşwaziyê li Şanda Kurdî bike?
Salih Mislim: Belê komîteyên me yên ku niha herin dan û standinê bikin, yek ji xwestekên wan ev e.
Rûdaw: Lê hûn bi navê HSD û Rêveberiya Xweser diçin.
Salih Mislim: Belê, yek ji xwestekên wan jî ew e ku pêşwaziyê li wê Şandê bikin. Ew ji bo hemûyan dikin ji ber ku her du şandên me hev temam dikin û ji hev ne cûda ne. Li bendên 2 û 3 yên hevpeymanê binêre ji bo pêkhateyên heyî û ji bo neteweyên heyî û aliyên cuda divê nûneratiya wan hebe, em jî yek ji wan in, em Kurd hemû yek in.
Rûdaw: Ehmed Şer amade ye çi bide Kurdan?
Salih Mislim: Wilah em nizanin. Ji ber Ehmed Şer heta niha şaş e, şaş maye û nizanê çi bike. Ji alîkî fermanên Tirkiyeyê jê re tên, li alîkî din tiştê ku gelê Sûriyeyê jê dixwaze lê hêdî hêdî tê ser rê.
Eger li gorî gotina xwe be, dema hatî ser desthilata Sûriyeyê wî bi xwe got ez dixwazim Sûriye hemû yek be, Sûriyeyî hemû bi hev re bin lê pirsa demokirasiyê neanî ser zimanê xwe, bi giştî got bi hev re bin, wan nas bikin, qebûl bikin, çanda wan û zimanê wan û penaber hemû vegerin, yanî xwestekên me hemû anîn ziman lê divê ev tişt di piraktîkê de pêk werin. Me jî xwe li gorî tiştên wan gotî amade kiriye.
Rûdaw: Hûn dizanin hûn ê ji Şamê çi bixwazin Bavê Welat?
Salih Mislim: Belê em dizanin.
Rûdaw: Nêrîna aliyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê yek nêrîne? Û hûn?
Salih Mislim: Belê.
Rûdaw: Hûn çi dixwazin?
Salih Mislim: Bi kurtî, em yê vî welatî ne, em yê Sûriyeyê ne, projeya me Sûriyeyê parçe nake, em dixwazin çareserî di hundirê Sûriyeyê de be.
Rûdaw: Weke Kurd?
Rûdaw: Belê. Em Kurd hevparê vî welatî ne. Dixwaze bila di Rêveberiya Xweser de be yan wekî din be. Em şirîkê vî welatî ne, Pêwîst e tiştek bê me neyê kirin. Yanî tu hilbijartinê dikî em jî tê de hene, tu destûrê datînî em jî tê de hene, tu hikûmetê pêk tînî em jî tê de hene, tu rêveberiyê datînî em jî tê de hene, tu aboriyê dikî em jî tê de ne. Di her tiştî de em hevparê vî welatî ne. Em vê dixwazin, vêca şêweyê wê hevpariyê wê çi be em dikarin li ser biaxivin. Em dibêjin Xweseriya Demokratîk. Xweseriya Demokratîk ji tiştê piçûk dest pê dike heta digihê Fedralîzmê.
Rûdaw: Hûn Fedraliyê dixwazin?
Salih Mislim: Ne şert e. Federalî ne qalibek e
Rûdaw: Divê hûn navekî lê bikin. Temam navek… Em niha dibêjin li gorî aliyê din û dan û standinên ku çêbibin. Niha Fedralî hemû ne yek in. Federaliya li Îngîltereyê 3 şêweyên wê hene. Em dikarin nimûneyên din wergirin. Li her welatî Fedraliya xwe bi awayekî heye. Li gor Sûriyeyê û pêkhateyên ku lê dijîn, sîstema herî baş li gor we weke Kurd û aliyên siyasî yên Kurd, ji bo Kurdan çi ye?
Salih Mislim: Nenavendî ye. Me berê jî gotiye. Ji xwe berê jî Rêveberiyê di peymana xwe ya civakî de heye û ji bo destûra Sûriyeyê jî Encumena Sûriyeya Demokiratîk pêşiniyar kiriye û Encûmena Sûriyeya Demokratîk li ser erê kiriye. Ragihandina destûrî ku wan derxistiye, Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) jî altirnatîva wê derxistiye û ew jî derxistiye û destûra ku wê bimîne jî gotûbêj li ser hatine kirin. Vêca maye.
Tu nikarî bi tena xwe bibêjî ez ê van pêk bînim, divê bi yên din re rûnî, divê qebûlkirinek hebe, ji ber ku tu ne aliyekî bi serê xwe tenê yî. Aliyê din jî heye, divê tu pê re gotûbêjan bikî û bihêlî qebûl bike. Em ji bo vê yekê amade ne, mesela destûrê, ragihandina destûrî û jiyana hevbeş ka em dikarin bi hev re çi bikin û rêveberî wê çawa be.
Lê hinek tişt hene, ev 10 sal in em li ser sîstemekê jiyan dikin, saziyên me hene, saziyên me yên civakî çêbûne, mesela jinê heye, jin li cem me di her warî de heye, me sîstema hevserokatî ava kiriye, ji ber vê yekê taybetmendiyeke me heye. Em dixwazin rêveberiya me ya ku çêbûyî li herêmên me, çi bi navê Rojava be yan Bakurê Rojhelatê Sûriyê be werin qebûlkirin. Dibe em hinek sererastkirinan tê de çêbikin, lê em xwe li gorî aliyên din eyar nakin.
Rûdaw: Hevparên we di şanda Kurdî de ez bêjim ENKS û partiya Pêşverû û partiyên din bi vê nêrîna we re ne?
Salih Mislim: Ji xwe dema xalên wan hatine nivîsandin, ka çendbûn 12 yan 13 bûn wana hemûyan qebûl kirin.
Rûdaw: Şêweyekî taybet yê nenavendîbûnê di serê we de heye Bavê Welat? Nimûneya welatekî ku li Sûriyeyê bi cî bibe?
Salih Mislim: Welatên derve?
Rûdaw: Belê welatên derve?
Salih Mislim: Hene, Swîsre heye, Belçîka heye, welatê cîhanê bi giştî weha ne. Yanî sîstema niha ya navendî ya tarî, ku divê her biryar ji paytextê be û derên din piştguh dixe, xelkê derbas kiriye, wê ji xwe re bar giranî dibînin. Ji ber vê yekê jî desthilatê parve dikin û çi qasî belav bikin baş e. Weke nimûne Belçîka ku nîvê Sûriyeyê dernakeve 27 rêveberiyên xweser tê de hene.
Rûdaw: Ji sedî sed di serê min de zelal nebûye bê ka hûn sîstemeke çawa dixwazin, fedralî û nenavendiya hûn dixwazin wê cihê Kurdan tê de çi be?
Salih Mislim: Niha weke Kurd dibêje bila em Kurdistaneke serbixwe bin lê tu çi dixwazî? Ziman dixwazî? Çandê dixwazî? Aboriyê dixwazî? Siyasetê dixwazî? Ev hemû li herêmên te hene û hemû li ber dest in lê tiştin hene û desthilatin hene jê mezintirin wan li gel aliyên din parve dikî tu di hundirê welatekî de jiyan dikî.
Rûdaw: Aha, yanî HSD dimîne, Hêzên Asayîşê dimînin? Zimanê Kurdî li navçeyên Kurdî dimîne?
Salih Mislim: Belê dimînin û divê wana qebûl bikin.
Rûdaw: Wê Şam Zimanê Kurdî û zanîngeh û dibistanên Kurdî qebûl bike?
Salih Mislim: Belê belê wê dibistan û zanîngeh û bawernameyên ku jê derkevin jî qebûl bike.
Rûdaw: Ev daxwaza we ye yan wan gotine em ê qebûl bikin?
Salih Mislim: Ev daxwaza me ye û wan jî negotiye na, dibêjin mafê we ye, zimanê we ye lê heta niha tiştek bi fermî nehatiye kirin. Dixwazin me razî bikin, ajansa SANA heye û beşê Kurdî tê de vekirine, weke nimûne.
Rûdaw: Hûn dê têde cih bigrin? Hûn dê tê de kar bikin?
Salih Mislim: Me ji wan re got berê SANA bi Erebî xeber ji me re didan wê niha bi Kurdî xeberan bêje me.
Rûdaw: SANA Ajansa Nûçeyan ya Fermî ya Sûriyeyê ye. Bavê Welat ez çi pirsan bikim dikarim bikim serbest im?
Salih Mislim: Tu serbest î. Soza me hebû.
Rûdaw: Civîna Parîsê hilweşiya yan hat bipaşxistin?
Salih Mislim: Em dibêjin hat bipaşxistin. Ji ber aliyên xwestin civîn here Parîsê hîn jî israr dikin, Fransa ye Amerîka ye, lê Brîtanya dudil e, naxwaze lê em îsrar dikin li ser wê yekê ku civîn çêbibe. Ji bo me cih ne giring e, ji bo me ya herî giring aliyên garantor hebin.
Rûdaw: Baweriya we bi Şamê nayê?
Salih Mislim: Ne tenê bi Şamê nayê, Şam îro tiştekî dibêje paşê tiştekî din dibêje. Me soz daye hev lê roja din tiştine din gotin. Ji ber wê em dixwazin aliyekî din di navbera me de hebe. Weke nimûne heta niha negotiye ez ê li gor Peymana 10ê Adarê kar bikim, ne gotiye, ji ber çi? Amerîkî li ser wê peymanê bûn, raste em rûniştin û me îmze kir lê bi piştevaniya Amerîka bû û sibe ew nikarin xwe jê bidin alî û civîna ku li Emanê çêbûyî Tom Barrack got divê ew peyman bi cî bibe.
Rûdaw: Niha hûn dixwazin di hemû dan û standinên we de li gel Ehmed Şeri garantor hebin?
Salih Mislim: Belê garantor hebin.
Rûdaw: Bê garantor hûn dan û standinan nakin?
Salih Mislim: Na em dikin, ne ku nakin, lê tiştên ku em dixwazin daîmî bin û bimînin, ji bo welat çêbibe. Ji xwe her dema me li hevdû kir wê demê pêwîst nake bimînin.
Rûdaw: Garantorên we kî ne, tenê Amerîka ye?
Salih Mislim: Amerîka û Fransa ne, Îngîltere jî tê de ye.
Rûdaw: Kîjan welat bêhtir nêzîkî we ye?
Salih Mislim: Ji berê de peywendiya me bi Amerîkayê re heye, ji 2015an ve û Fransa jî li gel e ji dema Hevpeymaniya Navneteweyî ve. Lê Fransa bêhtir nêzîkî me ye.
Rûdaw: Di rojên teng de kî xwedî li we derdikeve?
Salih Mislim: Me ji tu kesî nexwestiye ku xwedî li me derbikeve lê ew jî bê guman di rojên teng de, bi taybetî dema ku pêwîstî bi çi hebe, hevkar in lê tu kes li şûna me ço ranake, bila her kes vê yekê bizanibe, ço çoyê me ye. Lê di mijarên siyasî û dîplomasiyê de, hinek alîkariyan dikin, hinek tişt eşkere tên kirin û hinek jî veşartî tên kirin. Hin caran tiştin hene em naxwazin û ew jî dibînin ku ne rast e, li şûna ku rabin ser piyan û çoyê xwe rakin, di quncikan de guhên wan badidin, hinek tiştên wiha dibin.
Rûdaw: Eger şer derkeve -ez hêvî dikim dernekeve- hûn ji şer re amade ne?
Salih Mislim: Sedî sed em xwe radest nakin, êdî amadebûn çî ye, li gorî derfetên xwe em ji berê ve amade ne.
Rûdaw: Bavê Welat metirsiya êrişan li ser Rojavayê Kurdistanê heye?
Salih Mislim: Binêre, niha em nikarin bêjin tune ne, rewşa ku niha Rojhilata Navîn tê re derbas dibe, guhertina her tiştekî mumkun e, her ihtîmal heye. Li aliyekî Tom Barrack, kes nizane wê sibe çi biryarê bide, ji aliyekî din ve Erdogan wê çi bike ne diyar e, rast û çepê wî ne diyar e. Ji aliyekî din ve Ehmed Şeri, her kes paşîneya wî dizane û yên derdora wî dizanin hatiye çi. Di vê rewşa wiha de tu neçarî her tim, ji bo xweparastinê amade bî, amadekariyên te hebin ji bo tu xwe biparêzî.
Rûdaw: Îlham Ehmed çûye Şamê, çûye çi bike? Dan û standinan li ser çi bike?
Salih Mislim: Dan û standin qut nebûne, dibe ku her dem Îlham Ehmed ne di dan û standinan de be lê tim hene, li astên biçûk bin, bilind bin, şandên me, te dît, pirsa Helebê û pirsên perwerdeyê hebûn û pirsên din.
Dan û standin tim hene, qut nebûne. Tim jî amadekarî hene ji bo pirsên çêkirina komîteyan, lewma jî peymana ku aniha çêbûye, çarçove ye, weke mînak, dema em dibêjin em Sûriyeyekê dixwazin, em parçeyek ji Sûriyeyê ne, ango em ji Sûriyeyê cuda nabin, ev yek. Em dibêjin, em destûrekê dixwazin, em dibêjin em dixwazin hêzên me hemû yek bin, pirsên abûrî yek bin, ev hemû ne.
Rast e me çarçove daniye, me çarçoveyek jê re çê kiriye lê ev peymana ku aniha çê bûye, divê yek bi yek komîte li ser çê bibin, komîteyên hevbeş çêbibin. Em ê bi hev re rûnin van tiştan hemûyan gotûbêj bikin, dibe ku bi mehan jî dirêj bike, yek jê, weke mînak, yê Sûriyeyê, em dibêjin, heta niha me lihev nekiriye, em dibêjin Komara Sûriyeyê be, ew dibêjin Komara Erebî ya Sûriyeyê be, weke mînak.
Rûdaw: Hûn li dijî wê yekê ne ku Erebî be.
Salih Mislim: Belê, em qebûl nakin. Ne em tenê qebûl nakin. Aşûrî qebûl nakin, Siryanî qebûl nakin, yên din qebûl nakin.
Rûdaw: Hûn dixwazin navê wê çi be?
Salih Mislim: Komara Sûriyeyê be.
Rûdaw: Komara Sûriyeyê be.
Salih Mislim: Belê.
Rûdaw: Dawiyê, Komara Sûriyeyê be?
Salih Mislim: Belê, Komara Sûriyeyê be.
Rûdaw: Gerek e serok û serokwezîr jî Kurd bin?
Salih Mislim: Belê, belê, Kurd bin, lê bi nasnameya Kurdî.
Rûdaw: Bi nasnameyên Kurdî bin.
Salih Mislim: Êdî, her tişt wiha ye. Mebesta min çi ye? Em ji Sûriyeyê parçe nabin lê em Sûriyeyeke çawa dixwazin? Dîktatorî be, despotîk be, weke berê be, nizanim çi be, divê em hemû li ser biaxivin. Ew dibêjin na, werin teslîm bibin, ev jî tiştekî zehmet e.
Rûdaw: Dema tu dibêjî dan û standinên me, çarçoveya me amadekirî, dema tu dibêjî em, ne tenê PYDê yan Rêveberiya Xweser e, mebesta te aliyên Kurdî yên siyasî ye? Ji bo ku temaşevan şaş tênegihên.
Salih Mislim: Belê, belê. Yên ku ev yek qebûl kirine, hemû ne.
Rûdaw: Yanî şanda Kurdî?
Salih Mislim: Belê, belê, şanda Kurdî û şandên din ên Siryanî tê de ne, ev hemû hev temam dikin, kesek cihê kesekî nagire.
Rûdaw: Bavê Welat, tu Tom Barrack çawa dibînî?
Salih Mislim: Wela Tom Barrack bazirgan e, ji berê de hevbeşê Trump e, ji bazirganiyê fêm dike, siyaset û dîplomasî berê nekiriye. Daxuyaniyên wî jî hinek caran tûj lê dide û hinek caran nerm lê dide. Bi baweriya min, pir axaftinên wî, bi hinek tiştên din ve girêdayî ne, yanî ji bo xatiran kar dike, ji bo filan razî bike û filan wiha bike, ew jî hinek tiştan dibêje, êdî roja din jê re sererast dikin.
Rûdaw: Lê ew weke referansekê ye ji bo Ehmed Şer.
Salih Mislim: Referans be, çi be, bê guman ew nûnertiya welatekî weke Amerîkayê dike û îro Amerîka hêza herî mezin e li cîhanê.
Rûdaw: Li gorî nerîna te, Amerîka û Ewropiyan lez kirin ku îtîrafê bi Ehmed Şer bikin?
Salih Mislim: Na, ez texmîn nakim, lez mez di vê meselê de tunebû. Li gorî nerîna me, pirs tiştekî plankirî ye. Wan Ehmed El-Şer ji bo erkekî anîne, ji bo karekî anîne. Wî jî soz daye ew ê tiştê ku ew dixwazin birêve bibe. Heta niha jî ew dike û hinek tişt ji destê wî derdikevin û hinek tişt ji destê wî dernakevin. Dema tu li mala xwe rûdinî û planekê ji xwe re datînî, plana te carê ji sedî 80 digire, ji sedî 50 digire, ji sedî 60 digire, ew jî rûniştine plana xwe danîne û Şer jî li gorî wê tevdigere.
Rûdaw: Tiştekî din, girîng e. Niha Sûriyeyê li gorî xwe artêşek ava kiriye, ew artêş çû 2 deveran, çû peravê, Laziqiye û Tertûsê û carekê çû Siwêdayê, komkujî li wan deran kir, li dijî Durziyan, li dijî Elewiyan. Hûn dibêjin, em dikarin bibin beşek ji artêşa Sûriyeyê. Hûn çawa dikarin bibin beşek ji artêşekê ku komkujî kiriye?
Salih Mislim: Em dibêjin belkî em wan ji vê yekê vegerînin.
Rûdaw: Hûn dixwazin artêşa Sûriyeyê hukum bikin? Hûn dixwazin dest deynin ser artêşa Sûriyeyê?
Salih Mislim: Her dem tiştê wiha ku girîng in û mirov dikare bike, mirov dikare wan jî sererast bike ji ber ku tiştê bûye, weke mînak, tu di serkirdayetiyê de bûyî, wê tu di serkirdayetiyê de bî, pêşniyarên te hebin, weke firqeyê, firqeyeke artêşê, weke dibêjin, artêşa yekem, artêşa duyem, artêşa sêyem, yê me jî wiha wê weke artêşekê be, tevî taybetmendiyên xwe, tevî rêxistinên xwe, wiha li herêmên me bimîne, ji bo parastina herêman lê mirov dikare gelek tiştan, ne ku mirov bikeve bin fermana wan, lê dibe ku tu biryarên ku şaş in, sererast bikî.
Rûdaw: Hûn dê karibin? Li gorî ku hûn nas dikin. Hûn Şer nas dikin, hûn hêza wî nas dikin, hûn sîstema nû nas dikin, hûn kesayetiyên wan nas dikin. Hûn dê karibin, li gorî min ji te fêm kir, wan bînin ser rêya rast?
Salih Mislim: Ew dibêjin em ê bêne ser rêya rast. Dema Şer ji Îdlibê rabû û hate Şamê rûnişt û kravat kire stûyê xwe û taxim li xwe kir û ew cilên cîhadiyan avêtin, êdî maneya wê yekê çi ye? Ew dibêje ez ê bême guhertin. Guhertinê jî dixwaze, wiha soz daye wan. Ewên ku ew anîne û piştgiriya wî dikin û qebûl dikin, wî jî soza xweguhertinê daye. Em ê bi wî re alîkar bin, em ê alîkar bin ji bo guhertinê, ne ku em ê weke wan bin, yan weke wan bikin û weke sîstema wan bikin.
Rûdaw: Êdî hûn dixwazin bibin şirîkê…
Salih Mislim: Vî welatî.
Rûdaw: Sûriyeyê.
Salih Mislim: Avakirina Sûriyeya nû.
Rûdaw: Di Sûriyeya nû de bibin hevbeş?
Salih Mislim: Erê, di avakirina Sûriyeya nû de, em hevbeş in.
Rûdaw: Yanî, hûn dixwazin wezîr ji we hebin, konsul hebin, balyoz hebin...-
Salih Mislim: Çi pêwîst be... Ne giring e...
Rûdaw: Rêveber hebin...
Salih Mislim: Lê em hevbeşên her tiştî bin. Konsul jî, hikûmet jî, birêvebirî jî, her tiştî.
Rûdaw: Hûn dixwazin çi postan di hikûmeta nû ya Sûriyeyê de wergirin?
Salih Mislim: Em dikarin rûnin gotûbêj bikin, çi baş be em ê wê bikin.
Rûdaw: Çavên we li çi ye?
Salih Mislim: Çavê me ne li tiştekî ye ku em pêşwext hukum bikin. Em ê tevî li ser maseyê gotûbêj bikin. Tiştekî ku neyê gotûbêjkirin, yan jî tiştekî ku em ê bibêjin ev nayê gotûbêjkirin, tune ye.
Rûdaw: Ji serok bigire heta…
Salih Mislim: Heta her tiştî.
Rûdaw: Êdî çavên we li postên gelekî bilind e jî li Sûriyeyê?
Salih Mislim: Belê, çima na?! Postên bilind bin, biçûk bin, çi be, em ê li ser maseyê li hev bikin. Çi ji bo xêra vî welatî pêwîst e, em ê tev bikin.
Rûdaw: Eger Ereban, yan jî van desthilatdarên nû ev daxwaza we qebûl nekirin, nepejirandin, hûn dê çi bikin?
Salih Mislim: Ew ê çi bikin? Ew qebûl nekin jî vaye em li cihê xwe ne…
Rûdaw: Tu dibêjî, bêyî we nabe?
Salih Mislim: Bêyî me nikarin bikin.
Rûdaw: Bêyî we nikarin tiştekî bikin?
Salih Mislim: Em niha li cihê xwe ne. Em dikarin xwe biparêzin û em dikarin her tiştî jî bikin. Projeya me bi rê ve diçe, ranewestiyaye. Em hewl didin bi diyalogê hemû Sûriyeyê sererast bikin, şoreşa Sûriyeyê sererast bikin. Dibe ku zû bibe, dereng bibe, saleke din bibe, şeş mehên din bibe lê her em li ser diyalogê îsrar dikin. Eger êrîşek jî were ser me, em ê xwe biparêzin, lê em dest ji xwestekên xwe bernadin. Sûriyeke nenavendî ku em hemû bi hev re bin, em naxwazin cîranên me dijminê me bin, em naxwazin Erebên niha di sînorên me de, dijminê me bin, em naxwazin Siryan dijminê me bin. Em wê naxwazin.
Rûdaw: Li vê derê, li Îraqê û Başûrê Kurdistanê, di 1970 de, rêkeftina 1970, di 2003yan de, destûr hate nivîsandin. Êdî Pêşmerge bûn beşekî fermî ji artêşa Îraqê. Hikûmeteke federal hate çêkirin, navê wê Herêma Kurdistanê ye. Ev formul li Sûriyeyê çêdibe, weke nimûne, Hêzên Sûriya Demokratîk, weke Pêşmerge, bibin beşek ji arêtşa Sûriyeyê, herêmek weke Herêma Başûrê Kurdistanê, li wê derê çêbibe?
Salih Mislim: Çima nabe? Hemû dibe. Lê cudabûnek heye, cudabûna ku vê dema dawiyê gelekî kete rojevê û bû gotûbêj, federaliya vê derê (Başûrê Kurdistanê) li ser bingeheke neteweyî çêbû. Wan wiha got ku li vê herêmê filan filan filan, piraniya wan Kurd in, jêre sînorek danîn, Lê pirsa me ne wiha ye. Li Rojava (Rojavayê Kurdistanê) pirsa me cuda ye.
Rûdaw: Çawa?
Salih Mislim: Em li ser bingeha neteweya demokratîk dibêjin. Çima? Em Kurd in, ji destpêkê ve, şirîkên me li vî welatî hene, ji 2012yan û şûn de ku şoreşa me çêbû, Ereb jî tê de hebûn, Siryan jî tê de hebûn, hemû têde bûn. Îro dema em dibêjin Xweseriya Demokratîk, em ne ji bo Herêma Rojava tenê dixwazin, Rojava bê guman, beşeke jê lê pirsa me ya din berfireh e, Reqa, Dêrezor û deverên din. Ew jî piraniya wan Ereb in, ew jî tê de ne.
Rûdaw: Yanî tu hebûna Rojavayê Kurdistanê qebûl nakî?
Salih Mislim: Ez qebûl dikim, çawa ez qebûl nakim?! Rojava bi xwe parçeyek ji vê derê ye. Lê sînorê ku em dixwazin ji Rojava firehtir e, pirs ev e. Bila şaş neyê fêmkirin. Dema ez dibêjim Rojava, tam herêmên me diyar in, Cizîrê ye, Qamişlo ye, Hesekê ye, heta Kobanî ye, diçe heta Efrînê. Lê li wan herêmên din, Erebên bi me re hene, ew qas şehîd bûn, ew qas têkoşîn kirin, em dê çi bi wan bikin?!
Rûdaw: Wê demê, mafên neteweyî yê Kurdan li Sûriyeyê, li kû derê ma?
Salih Mislim: Mafên neteweyeyî ne. Ez çi ji te re dibêjim? Pirsa Rojava, çi mafê wî heye, dema dewleteke serbixwe be, çi jê re pêwîst e?
Rûdaw: Mebesta te Kurdistan e?
Salih Mislim: Belê. Her tişt tê de heye, ziman e, siyaset e, aborî ye, rêveberiya wê ye, her tiştê wê heye. Ew pirseke din e lê her tişt tê de heye. Tu weke miletên din jî yanî ne li ser bingeha înkarkirina miletên din e.
Rûdaw: Tu miletên din înkar nakî lê divê tu jî xwe weke netewe, nekî qurbanê miletekî din.
Salih Mislim: Ez û wî em bi hev re dijîn lê ez hukimê li wî nakim, ew bi xwe xwe bi rê ve dibe. Eger gundekî wî hebe, ew gundê xwe bi rê ve dibe. Li Rojava jî wê rêveberî hebe. Dema em dibêjin projeya me cuda ye, ji ber ku em bi vî awayî dibêjin.
Rûdaw: Xelk wiha tê digihêje ku hûn hêdî hêdî pirsa neteweyê didine aliyekî, dikine qurbanê wan Erebên ku li wan navçeyên Kurdî hene, yan jî navçeyên Rojavayê Kurdistanê.
Salih Mislim: Şaş e, şaş e. Ji roja ku em PYD weke partî çêbûne, me navê wê kir Partiya Yekîtiya Demokratîk, rast e, Partiya Yekîtiya Demokraîtk.
Rûdaw: We nav nekire Kurdî.
Salih Mislim: Me Kurdî nekirê û Kurdistanî nekirê. Endamên me yên Ereb hene, endamên me yên Siryan hene, endamên me yên Tirkmen hene, endamên me yên Tirk hene, çima divê ez navê wê bikim Kurdî, ez daxwaza mafên van hemûyan dikim û dibêjin Neteweya Demokratîk.
Rûdaw: Bavê Welat, ew der Kurdistan e.
Salih Mislim: Temam, Kurdistan e. Ez jî dibêjim Kurdistan e. Belkî armanca yekemîn a partiya me, parastina Kurdistanê ye, parastina gelê Kurd e. Azadiya Kurdan berî her tiştî ye, aramanca me ya yekemîn e. Me tiştek ji partiyên din ên Kurdan kêmtir nekiriye. Berovajî wê, me ji bêhtir kiriye. Here binêre, ji roja têkoşîna ku çêbûye, çi qas endamên me şehîd bûne. Me ji tevan bêhtir kiriye. Armanca me ya yekemîn azadiya gelê Kurd e. Bila kesek neyê nebêje tu ne Kurdî. Belê, ez Kurd im û ez Kurdistanî me jî lê hema ez yên din jî bi xwe re qebûl dikim. Ev yek divê zelal be.
Rûdaw: Min ji vê yekê hez kir ku ev pirs were zelalkirin, ji ber ku gelek pirs di serê xelkê de li ser hene. Zelal bû, baş bû te got.
Salih Mislim: Ew li dûr rûdinin û keviran bavêjine me, bila werin bi me re rûnin.
Rûdaw: Rast e, piragirêk li ser maseyê, bi diyalogê têne çareserkirin.
Rûdaw: Em niha li vê derê ne, li Başûrê Kurdistanê ne. Başûrê Kuridstanê çawa dikare alîkariya we bike? Yanî hûn daxwazeke çawa jê dikin? Çawa dikare bêhtir alîkariya we bike?
Salih Mislim: Bila her kes bizanibe, Başûrê Kurdistanê ji bo hemû gelê Kurd, destkeftiyeke gelekî mezin e, derfeteke gelekî mezin e. Şaştiyên wê hene, kêmasiyên wê hene, nakokî ne, nakokiyê me yên siyasî jî, belkî pir bin lê tevî wê yekê jî tiştê ku li vê derê çêbûye destkefteke ji bo gelê Kurd.
Di baweriya me de, gelek erkên xwe jî kêm kirine, pirsa ziman e, pirsa çandê ye, pirsên din in. Ez naxwazim kesî ew bikim, lê em wiha dibînin. Weke nimûne zankoyên me ne, ewên me ne, virde wêde, gelek tişt hene dibe rexneya mirov li ser hebe. Ez texmîn dikim, ew dikare wan tiştan bêhtir bike.
Lê weke Rojavayê Kurdistanê, çûn û hatin ji berê de heye, rêyên me jî vekirî ne, hinek caran belkî nakokiyên me yên siyasî derdikevin, em ji hev diqeherin, Deriyê Sêmalka girtin.
Rûdaw: Hûn ji hev aciz dibin, piştre hûn li hev tên, hûn bira ne. Ne?
Salih Mislim: Em bira ne, rast e lê ew bira bila ne birayê biçûk û mezin be, em dixwazin ev bira weke hev bin, birayê biçûk û mezin nebe.
Rûdaw: Hûn xwe birayê biçûk nabînin?
Salih Mislim: Na, na. Em xwe weke hev dibînin. Ji ber wê yekê, em dibêjin rast e û hêviyên me di Başûrê Kurdistanê de gelek in. Berê jî 2015, di şandina Pêşmergeyan de, hemû bi hev re, hemû ji bo me serkeftin bû. Tiştekî tenê di dilê me de maye, ew jî Başûrê Kurdistanê rabin, partiyên Kurdistanê, 2 partiyên sereke hene, PDK û YNK ew bikaribin kongreya neteweyî bi hev re çêbikin, em dê gelekî piştgiriyê bidinê, kongreyeke neteweyî, hêviya gelê Kurd e. Ez dibêjim kongreya neteweyî, ne ji bo partiyên siyasî, lê belê ji bo saziyan ji bo civakê, saziyên civakî, yên olî û yên din, hemû kongreyeke neteweyî bi rastî çêbikin, yanî tiştê ku me xwest 2013yan bikin, weke ku li cem me li Kobanî dibêjin, hinekan pêxim kirin (têk dan).
Rûdaw: Pêxim kirin.
Salih Mislim: Hinekan pêxim kirin.
Rûdaw: Hêvî heye ku Kongreya Neteweyî çêbibe?
Salih Mislim: Hêvî pir e, ji ber ku gel hişyar bûye. Gel gihiştiye astekê ku di vê dema me de, şaştiyan dibîne û qebûl nake. Şaştiyan hesab dike. Ew qas rexne tên, pir tên, bila bên, baş e. Bila hişyar bibin, bila bibêjin, bila siyasetmedar, em jî şaştiyên xwe sererast bikin.
Rûdaw: Weke min ji te fêm kir, tu ji paşeroja Rojavayê Kurdistanê pir bi hêvî yî? Tu dibêjî Rêveberiya Xweser wê bimîne û di nava sîstema nû ya Sûriyeyê de têk naçe? Rêveberiya Xweser wê bimîne?
Salih Mislim: Rêveberiya Xweser, me bîst hezaran şehîd daye, me xwîn daye, ew hemû wê bi kû derê ve here? Dibe em biêşin, dibe têkoşîn zêde bibe, kêm bibe lê gelê me rêkxistî ye û yekîtî jî heye. Tiştê niha ku xeyalan bi xelkê re çê dikin, em ê lêxin, em dê tune bikin, em ê… Ev hemû şerê psîkolojîk e. Ew hemû van tiştan nerast dibêjin. Pirs ne wiha ye. Em ne dîwarê nizmin ku xwe di ser me re çe bikin (bavêjin). Em têra xwe jî hene û em dikarin xwe biparêzin. Lê hema em şer naxwazin ev pirseke din e. Li hemû dîroka Kurdan binêre. Talanên xwe vedigerînin lê ranabin ên din talan nakin. Lê hema talanên xwe jî vedigerînin. Yê me jî wiha ye. Jê re dibêjin Kurdofobiya, Kurdofobiya hinekî kêm bibe.
Rûdaw: Pêwendiyên we û Tirkiyeyê çawa ne?
Salih Mislim: Pêwendiyên me û Tirkiyê dibe ku ji berê baştir bin. Çawa baştir? Ev pêvajoya aştiyê ku niha li Bakur destpê kiriye, Birêz Ocalan pêşniyarek kir û hinek gav avêtin. Hêviyên me tê de gelekî mezin bûn.
Pirsa ji ber Tirkiyeyê, ji roja ku em derketin, em bi terorîzmê tometbar dikirin, hûn bi PKKyê re ne lê tu bi xwe bi PKKyê re rûdinî û tu dixwazî aştiyê çêbikî, êdî ev yek ji ser me rabe, ew tiştên ku dikirin behane, em jê re dibêjin Kurdofobiya, kurdofobiya hinekî kêm bibe, bi rastî hinekî kêm bûye lê hema hîn heta niha ranebûye, ranebûye ji ber ku hinek hene, hinek beşên desthilatdarên Tirkiyeyê weke ku ji vê aştiyê bêzar in, yan jî berjewendiyên xwe tê de nabînin, yan berjewendiyên xwe li hinek deverên din dibînin, heta weke me got, dixwazin wê jî pêxim bikin (têk bidin). Bi rasît hinek ji wan hene heta niha astengiyan datînin, yanî ev pirsa Şer jî, bi ser wî de diçin, ew jî, ez texmîn dikim bi demê re wê bê guhertin, ji ber li gorî ku me bihîstiye û li gorî em dişopînin, gelê Tirkiyeyê yên ku berê bi deh pêçiyan ji hikûmetê lêdixistin, ew jî niha piştgiriya Rojava dikin.
Rûdaw: Asta pêwendiyan li gel Tirkiyeyê çawa ye?
Salih Mislim: Li gorî ku me bihîstiye, hevdîtinên me çêdibin, rasterast in, ez texmîn dikim di asta Wezareta Karên Derve de ye, hinek tişt hene lê veşartî ne, ne eşkere ne.
Rûdaw: Dan û standinên we rasterast li gel Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan hene?
Salih Mislim: Haya min jê tune ye lê dibêjin yan bi wî re yan jî li gel kes û şandên ku ew bêje. Weke nimûne, îro dihate gotin ku Hakan Fîdan û Mezlûm Ebdî bi hev re di diyalogê de ne, çawa di diyalogê de ne, ez nizanim.
Rûdaw: Bavê Welat, eger tu nizanibî, wê kî bizanibe?
Salih Mislim: Em nizanin ji ber ku hîn derneketiye. Hinek tişt dibin, hîn germ in, bila 15-20 rojan, mehekê em bêhna xwe lê fireh bikin ew dê bi xwe derkeve.
Rûdaw: Tiştekî din, Bavê Welat tu li Tirkiyeyê ligel berpirsên bilind ên dewletê civiya yî?
Salih Mislim: Erê rast e.
Rûdaw: Kîjan salê?
Salih Mislim: Wê çaxê jî hin lîstik hebûn.
Rûdaw: 2013 bû, 2014 bû?
Salih Mislim: 2015, 2014 bû, erê 2014 û 2015 bû. Ji 2013yan ve, 2013-2014-2015.
Rûdaw: Dan û standin li Tirkiyeyê bi Tirkan re çêdibûn?
Salih Mislim: Li Tirkiyeyê bûn. Li derve jî çêdibûn, li Tirkiyeyê jî çêbûn. Weke nimûne ya yekemîn li Qahîre çêbû.
Rûdaw: Li gel kê bû?
Salih Mislim: Li gel balyozê Sûriyeyê yê…
Rûdaw: Li gel balyozê Tirkiyeyê.
Salih Mislim: Li gel balyozê Tirkiyeyê li Sûriyeyê bû.
Rûdaw: We li Qahîre hev dît?
Salih Mislim: Me li Qahîre hev dît. Piştre me hêdî hêdî..
Rûdaw: Tu çûyî Tirkiyeyê?
Salih Mislim: Piştre em çûne Tirkiyeyê, me hev li Ewropayê dît. Me li gelek deveran hev dît.
Rûdaw: Raweste!, Ev ji bo min gelekî girîng e. Ez bizanim, rast e 10 sal di ser re derbas bûne, êdî dikare eşkere bibe, ne?
Salih Mislim: Na, na. Pirsgirêk tune ye lê ez dixwazim asta wê bêjim. Min ji te re got, kin bibirim.
Rûdaw: Tu li gel kê civiya yî? Ez dixwazim bizanibim.
Salih Mislim: Ewên li jêr, hemû yên îstixbaratan bûn, yên nizanim çi bûn, balyoz bûn. Asta ku digihiştinê, Ferîdun Sînîrlîoglu bû, wê çaxê Alîkarê Wezîrê Karê Derve bû, piştre jî bû nûnerê Tirkiyeyê li Neteweyên Yekbûyî, eger ez ne şaş bim, berî çendakî jî xanenişîn bû. Êdî ew kesê ku me mêvanî û mazûvanî pê re dikir, hemû ew bû, wê çaxê Ahmet Davutoglu, Wezîrê Karê Derve bû. Recep Tayyîp Erdogan wê çaxê Serokwezîrê Tirkiyeyê bû, hata wan hemûyan jê hebû. Ferîdun Sînîrlîoglu got ev hatinên te û dan ûs tandinên te û gotinên ku em dikin, weke ku heye diçe ji wan re, haya wan jê heye.
Rûdaw: Wê demê, te Hakan Fîdan nedît?
Salih Mislim: Na.
Rûdaw: Şêwirmendê MÎTê bû.
Salih Mislim: Na min nedît.
Rûdaw: Te ew kes li Tirkiyeyê jî dîtin, ew kesên ku tu dibêjî, Alîkarê Wezîrê Derve?
Salih Mislim: Erê.
Rûdaw: Li Enqere?
Salih Mislim: Li Stanbolê.
Rûdaw: Li Stenbolê. Ev pêwîst e bê gotin, ne wiha ye?
Salih Mislim: Belê, belê. Xem nake. Ne me got, tu serbest î.
Rûdaw: Serbest im, min pirs kir, ez çi pirsê bikim, te got, Dilbixwîn tu serbest î, tu dikarî pirsan bikî?
Salih Mislim: Tu serbestî çi pirsan bikî.
Rûdaw: Çawa bû, di wan hevdîtinan de, wan daxwaza çi dikir û we daxwaza çi dikir?
Salih Mislim: Wê demê, Artêşa Sûriyeyê ya Azad hebû, me li Qahîrê hev du dît, gotin balyoz dixwaze te bibîne. Hat got, ez dixwazim navbera we û Artêşa Sûriyeyê ya Azad çêbikim. Me got, temam, tu jî û ew jî li ser wê bingehê çêbû. Wan ji berê ve dixwest ku me têxin nav Îtîlafê, nav Encûmena Niştimanî ya Sûriyeyê, me bikin milk, ji ber ku ew di bin kontrola wan de bûn, wan dixwest me têxine nav. Li Stenbolê jî, ez bi 2 kesan ji wan re rûniştim, wê çaxê bi yê Encûmenê (Encûmena Niştimanî ya Sûriyeyê) re. Sedem çi ye? Got, em dixwazin hûn tevlê bibin. Min got, temam, em jî amade ne, tevlê bibin, lê hinek mercên me hene. Got, mercên we çi ne? Hûn dê, Encûmena Niştimanî ya Sûriyeyê, di nav programa xwe de deynin, Pirsgirêka Kurdan li Sûriyeyê heye û em dê wê bi rêya demokratîk çareser bikin. Xwe nedan ber. Nekirin nav. Me jî got, tu wê yekê qebûl nakî êdî çawa ez ê bi we re kar bikim.
Rûdaw: Hûn difikirin di dema pêş de, pêwendiyên we li gel Tirkiyeyê bibin weke pêwendiyên Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê? Weke nimûne.
Salih Mislim: Dibe ku bêhtir bibin, em nizanin… Dibe ku bêhtir bibin, em nizanin… Ji ber çi? Ji ber ku ez li wê derê tam rewşê nizanim, lê li cem me, tu jî yê wê navçeyê yî, tu dizanî, gund parçe kirine, xet heye, li wî alî pismam e, li vî alî jî pisman e. Êdî eger mirov here hev du bibîne, mirov hev du temam dike. Pirsên jiyanê û yên din, emê bêhtir têkilî hev bibin, bi rastî.
Rûdaw: Eger ji te bê xwestin tu careke din biçî Tirkiyeyê û bibî wesîleyeke diyalogê di navbera Enqere û Rojavayê Kurdistanê de, wê biçî Bavê Welat?
Salih Mislim: Tew ranawestim, ez ê birevim herim. Lê divê bi fermî bêm xwestin. Berê pirsa çûnê ne ya min tenê bû, gelek çûn, weke nimûne, Îlham Ehmed çûye, hevala me, wê çaxê Asya çûye.
Rûdaw: Çûne kû derê?
Salih Mislim: Çûne Enqere, çûne Amedê, çûne her derê. Mebesta min çûne hevdîtinan. Ez û Sînem em bi hev re çûn, li wê derê bi Wezareta Derve re em rûniştin, yanî berê jî hebû, ne ji bo min tenê.
Rûdaw: Çima we ew hevdîtinên xwe ji raya giştî veşartibûn, we eşkere nekirin?
Salih Mislim: Wan nexwest, ne me.
Rûdaw: Tirkiyeyê nexwest hûn eşkere bikin?
Salih Mislim: Ew naxwazin eşkere bikin. Dema ew me bi dizî vedişêrin di qulik-milikan re dibin, ma maneya wê çi ye?
Rûdaw: Bavê Welat, li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê xetên sor ji bo we hene?
Salih Mislim: Gelek xetên sor hene.
Rûdaw: Çi ne?
Salih Mislim: Hebûna me ye, xweserî ye, mafên jinan e, ev hemû ji bo me xetên sor in.
Rûdaw: Hûn van wekî şert û mercekî datînin pêşiya Şamê?
Salih Mislim: Ne şert û merc in. Werin em li ser gotûbêj bikin, ya rast çi ye, em bikin, em çareseriyekê jê re bibînin. Weke nimûne, em nabêjin xetên sor in û em Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi wan re gotûbêj nakin, na. Werin em gotûbêjê bikin ku em cihê wan çawa bikin, em dê çawa bi wan re alîkar bin. Em gotûbêj dikin lê tunekirina wan ji me re xeta sor e. Projeya me heye, soza me heye, mafê jinê heye, niha sîstema me ya hevserokatiyê heye, eger ji dest me derkeve, sîstema hevserokatiyê wê li tevaya Sûriyê birêve here. Ji bo mafên jinan...
Rûdaw: Serokê Sûriyeyê jî wê hevserok be?
Salih Mislim: Çima na? Ji bo çi nebe? Em nabêjin merce û divê bibe.
Rûdaw: Hûn dibêjin, ev jî dikare bibe pêşniyarek ji bo Sûriyeyê?
Salih Mislim: Çima nebe? Çima nebe?! Li şûna ku radibin jinan vedişêrin, davêjin, serjê dikin, nizanim çi jê dikin, bila jin mafên xwe bisitîne.
Rûdaw: Hêdî hêdî em digihên dawiya vê hevpeyvînê. Gelekî xweş diçe. Baweriya te bi azadiya Kurdistanê, Kurdistaneke yekgirtî, heye?
Salih Mislim: Belê, belê heye. Çawa tune ye? Hêvî tim ew bin. Lê hinek tişt hene, pîvan hatine guhertin, weke nimûne, hinek ji me heta niha netewedewlet di mejiyê wan de hatiye cemidandin. Temenê etewedewletê çi qas e? Kêmî 300 salî ye. Di Şoreşa Fransayê de derket û bû mode. Netewedewlet bi xwe çi ye? Desthilat e, desthilat çînek e, partiyek e, malbatek e, herêmekê hukum dike. Ev mode niha derbas bûye.
Rûdaw: Lê hûn jî li Rojavayê Kurdistanê desthilat in.
Salih Mislim: Temam.
Rûdaw: Hûn jî desthilat in.
Salih Mislim: Em çi dibin bila bibin. Lê dibêjin ev tişt wê bê guhertin.
Rûdaw: Baweriya te bi neteweya Kurd tune ye?
Salih Mislim: Ne tune ye. Neteweya Kurd heye, mafên wê jî hene. Neteweya Kurd bi awayên din wê bi hev re yek be. Weke nimûne, dema ku her çar pirsa xwe çareser kir, bi awayekî konfedralî bi hev ve neyên girêdan? Dikare bibe û dikare bêhtir bibe. Meselen Ewropa, Ewropa niha çi ye?
Rûdaw: Yanî her aliyek Kurdistan be û konfedralî di nava Kurdistanê de çêbibe?
Salih Mislim: Konfedraliya Ewropa çi ye? Dewletek e, her yek baweriya wê heye, gotineke wê heye lê hemû di nav hev de ne. Here li Almanya binêre, Alman li Swisreyê jî hene, li Fransayê jî, li Awistûryayê jî hene. Here jê re bêje ez ê te bikim netewedewleta Alman, ew ê bêje na, ez li vê derê kêf dikim.
Rûdaw: Yanî, pêwîst nake Kurd dewleta xwe Kurdistanê ava bikin?
Salih Mislim: Dewletên bi vî awayî, xwe çareser kirin û konfedraliya xwe çêkirin.
Rûdaw: Baweriya te heye ku li Sûriyeyê Kurdistanek heye, Bavê Welat ez vê meraq dikim?
Salih Mislim: Çawa tune ye? Ne ez dibêjim, dîrok û cografya dibêjin, ma ez dibêjim!
Rûdaw: Kobanî, em herdu jî ji Kobanî ne. Dema kesek pirsa Kobanî ji te bike, tê çi bêjî, tu ji bo Kobanî çi dibêjî? Kobanî ji bo Bavê Welat çi ye?
Salih Mislim: Esaleta Kurdî.
Rûdaw: Esaleta Kurdî?
Salih Mislim: Belê.
Rûdaw: Bajarekî esîl e? Esalet li Kobanî bû?
Salih Mislim: Xwe parast. Heta niha xwe parastiye, bi urfê xwe, bi adetên xwe bi exlaqê xwe, li gorî cihên din, esalet li wê derê ye, li Kobanî ye.
Rûdaw: Tu her demê bêriya Kobanî dikî, ne? Tu kêm diçî Kobanî.
Salih Mislim: Belê çawa!
Rûdaw: Tu kêm diçî Kobanî?
Salih Mislim: Yanî. Bi saya Xwedê ez ê nêzîk herimê.
Rûdaw: Çi başe ez û te em li Kobanî jî hev du bibînin.
Salih Mislim: Çima na?! Bernameyekê çar saatan çêbike.
Rûdaw: Bernameyeke çar saatan?
Salih Mislim: Erê.
Rûdaw: Bi xwe ji bo min jî Kobanî her tişt e. Ev 35 sal in ez ji Kobanî derketime lê ez pir bêriya Kobanî dikim. Kêfxweş bûm.
Salih Mislim: Gelekî spas.
Rûdaw: Mala te ava.
Salih Mislim: Gelekî spas ji bo te ji bo Rûdaw ji bo hevalên Rûdaw ên ku xebatê dikin. Me gelekî jî gotûbêj kir, em hêvî dikin, hêvî dikin, bi rastî nerîna me ji Rûdawê ew saziyeke neteweyî ye û xwedî lê derkevin. Rola wê jî gelekî giring e. Em hêvî dikin bi vê rolê bi awayekî erênî, xizmeta gelê Kurd bike. Em di wê hêviyê de ne. Pêwîst e hûn gelekî hesas bin, heesasiyeta gelê Kurd li ber çavan bigirin. Tiştê biçûk mezin nekin, tiştan weke ku heye bêjin. Em di wê hêviyê de ne.
Rûdaw: Mala te ava, gelekî spas.
Salih Mislim: Spas, gelekî spas.
Rûdaw: Bi dilekî vekirî û rehet, te bersiva pirsên min da.
Salih Mislim: Belê, ser çavên min.
Rûdaw: Te soza xwe bi cih anî, soza camêran.
Salih Mislim: Ne me got, em ji Kobanî ne!
Rûdaw: Ji Kobanî ne. Bavê Welat, mala te ava. Gelekî spas. Zor zor spas, ez kêfxweş bûm. Mala te ava, tu bûyî mêvanê min.
Salih Mislim: Bi xêr hatî Spas.
Rûdaw: Temaşevanên hêja mala we jî ava be we temaşe kir, heta hevpeyvîneke din, bimînin di xweşiyê de û bi xatirê we.