Nêçîrvan Barzanî: Bila peyamên Pêxember rêberiya me hemûyan bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya Qendîla Mewlûdê peyamek belav kir  û got, “Em ji Xwedê dixwazin ku peyamên Pêxember li ser civaka Misilmanan û mirovahiyê belav bibin û rêberiya me hemûyan bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de hêvî xwest ku Qendîla Mewlûdê xweşî û bextewariyê bi xwe re bîne û bibe wesileya aştî û aramiyê ji bo her kesî.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

“Bi boneya salvegera pîroz a jidayîkbûna Pêxember Mihemed (Silavên Xwedê li ser bin), ez pîrozbahiyên herî germ li hemû  Misilmanên li Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim.

Ez hêvî dikim ku ev bîranîn xweşî û bextewariyê bi xwe re bîne û bibe wesileya aştî û aramiyê ji bo me hemûyan.

Em ji Xwedayê nezin dixwazin ku di salvegera jidayîkbûna Pêxember de peyamên wî yên aştîxwaz, mirovperwer û qenciyê, li ser civaka Misilmanan û mirovahiyê belav bibin û rêberiya me hemûyan bikin.

Qendîla Mewlûdê li hemûyan pîroz be, her sal bi xweşî be.”