Li Dîlokê qesabxaneya ku goştê xerabûyî difirot hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê qesabxaneyeke ku goştê xerabûyî û têkçûyî difirot ji aliyê zabiteyên şaredariyê ve hat girtin.

Şaredarê navçeya Şahînbeyê ya Dîlokê Mehmet Tahmazoglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku di dema kontrolê de wan qesabxaneyeke ku bi sîstemeke taybet xelk dixapand, tespît kiriye û ew girtiye.

Goştê paqij nîşan dida lê yê xerabûyî dikir qîme

Di dîmenên ku hatine belavkirin de xuya dibe ku qesabxaneya bi navê “Et Bankasi"yê li tenişta makîneya qîmeyê kunek vekiriye.

Qesabxane goştê paqij ji jor dixiste makîneyê lê bi sîstemekê ew goştê paqij derbasî aliyekî din dibû û ji kuna veşartî jî goştê têkçûyî dixistin makîneyê û dikirin qîme.

Cezayê pereyan lê hat birîn

Tahmazoglu got, "Kargeha ku goştê paqij û nû nîşanî mişteriyan dida û di beşeke veşartî de goştê xerabûyî dikir qîme û difirot welatiyên me, ji aliyê şaredariya me ve hat girtin.

Cezayê pereyan li wî hat birîn û li dozgeriyê gilî lê hat kirin.

Em dê ti carî nehêlin ku ev mirovên bêwijdan tenduristiya xelkê têk bidin."