Îdrîs Barzanî: Divê sîstema xwendinê li Kurdistanê were nûkirin

04-10-2013
RÛDAW
Johansburg-Konferansa Gencan
Johansburg-Konferansa Gencan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şandek genên Herêma Kurdistanê beşdarî merasima vekirina konferansa navdewletî ya bi navê “Cîhanek bo Gencan” li bajarê Johansburgê yê Afrîqa Başûr bû. Di merasimê de kurê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Îdrîs Nêçîrvan Barzanî bi nûnertiya şanda Kudistanî axaftinek kir û wiha got: “Divê sîstema xwendin û perwerdeya Kurdistanê were nûkirin.”

Konferansa navdewletî ya bi navê “Cîhanek bo Gencan” duh li bajarê Johansburgê yê Afrîqa Başûr dest pê kir. Di konferansê de jibilî şanda gencên Herêma Kurdistanê, gencên 190 welatên din jî beşdar bibûn, her wiha kesayetiyên navdar ên mîna sekreterê berê yê YN Kofî Ennan û aborînasê navdarê Bengladeşî Mihemed Yûnis ku xelata Nobelê wergirtiye jî amade bûn û her yekê axaftinek pêşkêş kir.

Di merasima vekirina civînê de, nûnerên hemû welatên cîhanê yek bi yek bi ala welatê xwe derket pêşiya hemûyan û hunermenda kurd Çopî Fetah jî bi nûnertiya gencên Herêma Kurdistanê ala Kurdistanê nîşanî hemûyan da.

Şanda gencên Herêma Kurdistanê ji 20 kesan pêk tê û dê di çarçoveya konferansê de beşdarî hinek semînar û civîn bikin.

Yek ji gencên ku di vekirina konferansê de axaftinek pêşkêş kir, kurê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Îdrîs Nêçîrvan Barzanî bû ku gotarek bi zimanê înglîzî pêşkêş kir û behsa girîngiya perwerde û çawaniya perwerdekirina zarokan li Kurdistanê û bi taybet behsa penaberên Rojavayê Kurdistanê kir.

Îdrîs Barzanî di beşek ji gotara xwe de wiha got: “Di heyama 10 salên borî de Kurdistanê kariye aştî û aramiyê dabîn bike û ber bi geşekirinê ve gavan bavêje.”

Derheqê sîstema perwerde û xwendinê li Herêma Kurdistanê de jî Îdrîs Barzanî wiha anî ziman: “Perwerde gelekî girîng e ji ber ku di dema pêş de dibe warê berhemanînê. Divê em sîstema xwendin û perwerdeya Kurdistanê nû bikin û dibistan, pirtûk û bernameya xwendinê nû bikin.”

Îdrîs kurdê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye û temenê wî jî 17 sal e. Îdrîs niha navendeke xêrxwaziyê birêve dibe ku di warên perwerdê de alîkariya mirovên jar û jinan dike, her wiha bo kêmkirina jarî û belengaziyê kar dike.

Ev cara yekem e ku şanda gencên Kurdistanî beşdarî konferansek wiha dibe. şanda gencên kurd ji aliyê hinek saziyên xêrxwazî û şîrketan ku li Kurdistanê kar dike ve tê piştgirîkirin.

Hinek saziyên ragihandina rexne li çawaniya beşdariya Îdrîs Nêçîrvan Barzanî di wê civînê de kirin. Li gorî wan saziyan, Îdrîs hê temenê wî nebûye 18 sal bûye nûnerê hikûmetê. Lê endamekî şanda gencan a ku beşdarî konferansa Johansburgê bûye, ji Rûdawê re got, Îdrîs Nêçîrvan Barzanî nûnertiya hikûmetê nake lê nûnertiya saziya bi navê Ruwange dike.

Di konferansa Cîhanek bo Gencan de gencên ku temenê wan di navbera 18-30 de be beşdar dibin û mijara civînên wan jî arîşe û tengasiyên gencan e.

Di dawiya konferansê de nûnerên konferansê dê bibin beşek ji endamên torek mezin a rêveberên genc li cîhanê de û dê bo pêşxistina perwerde û parastina jîngeha cîhanê kar bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst